Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

2019-2020 sala gelê me ye

Kenan Kirkaya
Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Serê salê binê salê xwedê aştî û aramiyê bide vê malê û vî welatî… Di zarokatiya min de ev replîka kurt û kurmancî tê bîra min. Pişt re lîstikên sersalê di sermaya Serhedê de berhevkirina arvan, zexîre û lîstîka pezkovî… Her kesek di her rewşê de bi hêviyên mezin dest bi sala nû dike.

Lê belê li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê êdî cihê hêviya keseyatî tûne ye. Her kes bi hev re di nav agir de ye û an em ê bi hev re ji vê rewşê rizgar bibin û an jî bi hev re têk biçin. Şerê 3’emîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn kûr dibe. Navenda şer Kurdistan e. Bi dehan sal in gel di van vî şerê ku ji aliyê serdestan ve hatiye derxistin têkoşîna jiyanê didin. Ev şer bi pêkutî, êrîş, dagirkerî, zordestiyê di sala 2018’an de gihîşt asta herî bilind. Wisa dixuyê ku ev êrîş û şer dê di sala 2019’an de jî bê kûrkirin.

Lê belê tu xirabî heya qal û belayê nadome. Her xirabî hem sedema têkoşîna aramî û azadiyê ye û hem jî hêviya başî û aramiyê mezin dike. Qedera me hemûyan bi hev ve girêdayî ye. Rizgariya me ya kesî jî bi rizgariya civakî pêkan e. Sal û dem bi xwe berê tiştek ji me re naynîn. Tişta ku sal û deman watedar dike helwesta mirovan e. Lewma divê ku em ji xwe, ji hêza xwe hêvîdar bin. Di vî warî de tişta ku hêviyê mezin dike têkoşîn e. Li gel her tiştî sala 2018’an ji bo gelê kurd bi têkoşînê derbas bû. Gelê kurd li gel hemû êrîşên navneteweyî îro di Rojhilata Navîn de xwediyê hêza diyarkirina hevsengiyan ne. Helwesta gelê kurd helwesta hêzên mezin a cîhanê, helwesta xwediyê pergalê diguherîne. Kurd kevirên mezin ji cihê xwe dileqînin û ev yek jî hêza gelê kurd nîşan dide. Di vî warî de rewşa Rojava dê qedera Rojhilata Navîn û dahatûya gelê me diyar bike. Hem bi êrîşan û hem jî bi berxwedanê 2019-2020’an bibe sala Rojava û sala kurdan.

Her wiha gelê kurd bi berxwedana girtîgeha sala 2019’an li bakurê Kurdiatanê  û Tirkiyeyê pêşwazî dike. Newroz û hilbijartinên 31’ê adarê dê cardin îradeya gelê kurd diyar bike. Êrîş mezin û berfireh in lê hêza me û tecrûbeya me ya têkoşînê ji van êrîşan mezintir e. Di vî warî de sersala gelê me cardin pîroz be. Azadî, aramî û aştî nêzik in.

Nûçeyên Têkildar