Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Li Hindistanê jinan ji bo mafê ketina perestgehê çalakî pêk anî

Di çarçoveya qedexeya ketina perestgehan de li Eyaleta Keralayê bi hezaran jin ji bo ketina Perestgeha Ayyappayê zincîra mirovî çêkirin

Yek ji welatê ku herî zêde jin rastî tundiyê tên Hindistan e. Li Hindistanê jin ji mafên xwe yên herî bingehîn jî bê par in. Her roj jin an tên qetilkirin an jî rastî tundî, tacîz û tecawizê tên.

Yek ji mafên herî bingehîn ku jin rastî zehmetiyan tên mafê ketina perestgehan e. Li gelek deverên Hindistanê ketina jinan a perestgehan ku cihê îbadetkirinê ye, qedexe ye. Li gorî zîhniyeta baviksalar ketina jinan a perestgehê guneha herî mezin e û divê nekevin perestgehê.

Di çarçoveya qedexeya ketina perestgehan de li Eyaleta Keralayê bi hezaran jin ji bo ketina Perestgeha Ayyappayê zincîra mirovî çêkirin.

Li bajarê Sabarimalayê jinên temenê wan di navbera 10 û 50 an de ketina wan a perestgeha Ayyappayê qedexe ye. Lê jinên li bajêr li hemberî vê qedexeyê bi tevlêbûna bi hezaran jinan zincîra mirovî çêkirin.

Çalakiya ku bi navê Dîwarê Jinan tê binavkirin, ji aliyê rêveberiya komunîst a Eyaleta Keralayê ve jî tê destekkirin.  Çalakiya jinan ji çapemeniyê bigire heta memûr û xwendekaran rastî eleqe û piştgiriyê hat.

Hêjayî gotinêye Dadgeha Bilind a Hindistanê çend meh berê daxwaza jinan a ketina perestgehan qebûl kir û biryar da ku êdî ketina jinan a perestgehan ne qedexe ye. Lê piştî vê yekê gelek jinên ku xwestin bikevin perestgehan rastî astengiya mêran hatin, heta ji ber vê yekê jin bi tundiya mêran re rû bi rû man. Lê tevî van zextan jî jin dev ji daxwaza xwe ya ketina perestgehan bernedan û ji bo vê yekê gelek çalakiyên cur bi cur pêk anîn. SABARIMALA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar