Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dewreya perwerdeyê ya Delal Amed dest pê kir

Rêvebera Meclisa Îştar Cîhan Çiya têkildarî perwerdekirina jinan axivî. Çiya diyar kir ku wan ji bo pêşerojê amadekirina jinan pêdivî bi perwerdeyeke wiha dîtiye û got ku dê perwerde di çarçoveya jineolojiyê de bê dayîn

Li Akademiya Şehîd Jiyan Erdem a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) dewreyek perwerdeyê ya bi navê ‘Delal Amed’ hat destpêkirin. 28 jin tev li dewreyê bûn û ev dewreya 12’emîn e ku heta niha di bin banê Akademiya Şehîd Jiyan Erdem de tê dayîn.

Axaftina vekirina dewreyê ji aliyê Rêvebera Meclisa Îştar Cîhan Çiya ve hat kirin. Çiya diyar kir ku ew dewreyê diyarî pêvajoya nû dikin û wiha got: “Di pêvajoyek wiha de destpêkirina dewreyê hişmendiya xwe li gorî sala nû daye avakirin. Di nav vê pêvajoya herî dijwar de dilê her mirovî ji serkeftinê re lê dide xwe tev li pêvajoyê dikin. Sala derbasbûyî heya ketina sala nû îşaretên wê ji tevahî cîhanê re tên dayîn her çend tehdîd hene jî jinên kurd li gorî giyana pêvajoyê xwe tev li çalakiyan dikin. Ev jî dide diyarkirin ku dê jinên kurd pêşengên demê bin.”

Çiya destnîşan kir ku ji bo pêşerojê amadekirina jinan wan pêdivî bi perwerdeyeke wiha dîtine û da zanîn ku hewce ye jin xwe perwerde bikin da ku li dijî hemû êrîşan bikaribin bibin bersiv û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Perwerdeya me di çarçoveya jineolojiyê de dê bê dayîn. Em şanaz in ku bi jimarek wiha mezin a jinan bi hev re perwerde dibînin û zanînên heyî bi hev re parve dikin.”

Her wiha piştî axaftin û nirxandinan jinan dest bi waneya destpêkê ya perwerdeyê kir. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar