Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji rêxistinên tenduristiyê banga hevpar

Rêxistinên tenduristiyê yên li Mêrdînê têkildarî rewşa girtiyan ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocala ketine greva birçîbûnê, daxuyaniyek da. Rêxistinan da zanîn ku rewşa girtiyan êdî ketiye asteke krîtîk û xwestin ku ji bo şopandina rewşa wan, di bin çavdêriya Odeya Tabîban de heyeteke serbixwe ya bijîşkan bê avakirin

Odeya Tabîban a Mêrdînê, (MTO), Şaxa SES’ê ya Mêrdînê, Odeya Hekîmên Diranan a Mêrdînê (MDHO) û Platforma Şaxan a KESK’ê, ji bo ku balê bikşînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtigehan, li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya girtiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, heyetek bijîşkan a serbixwe biçe girtîgehan û lekolînê bikin.

Daxuyanî ji hêla rêveberê MTO’yê Tûncay Gokçen ve hat xwendin. Di daxuyaniyêde Gokçen diyar kir ku gelek girtî di greva birçîbûnê de ne û ev hejmar her ku diçe jî zêdetir dibe. Gokçen destnîşan kir ku çalakî li hemû girtîgehan belav dibe û li hinek deveran rewşa girtiyan gihîştiye sînorê mirinê. Gokçen got ku ji bo şopandina rewşa girtiyan, divê heyeteke serbixwe ya bijîşkan di bin Odeya Tabîban de biçe girtîgehan.

Rewşa Guven û girtiyên din

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 56 ro û girtiyên bi navên Kadîr Karabak û Esat Nacî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê jî 108 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Bang li wezareta dadê kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê wezareta dadê bi lez daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û li gorî daxwazên wan gavan biavêje. Ji bo wezareta dadê rê li pêş mirinan bigire, divê li gorî daxwazên girtiyan tevbigere. Ji bo heyetek tabîban a serbixwe biçe girtigehan em dixwazin wezareta dadê destûrê bide û em lêkolînê bikin.”

Çalakiyên grevê berfireh dibin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven re, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya ku bi tevlêbûna 30 girtiyên siyasî li 5 girtîgehan hatibû destpêkirin, niha li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî berbela dibe û hejmara girtiyan 90 kes derbas kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên siyasî ku di 27’ê mijdarê de li 117 girtîgehan bi tevlêbûna 600 girtiyan daye destpêkirin jî didome. Di heman demê de bi heman armancê li Strasboûrg û Hewlêrê jî çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatine destpêkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar