Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rapora mufetîş: Qeyûm bi ser neket

Hikûmeta AKP’ê ji bo mufetîş nelirêtiyên şaredariyên Kurdistanê derxin holê ew peywirdar kirin lê mufetîşan di rapora xwe de got ku qeyûm bi ser neketine, gelek îhale li gorî usûlê nehatine kirin. Qeyûmê Wêranşarê Omer Cimşît ji peywirê hat girtin û li şûna wî Omer Derecî hat peywirdarkirin

Hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê, bi tayînkirina qeyûman nêzî 100 şaredariyên di destê DBP’ê de desteser kirin. Hikûmeta tirk bi îdiaya şaredarî nelirêtiyan dikin qeyûm tayîn kiribûn, lê heta niha der barê bi dehan şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin de nûçeyên nelirêtiyên tên weşandin.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê xwest qeyûm têkiliya şaredariyan a bi rêxistinê re lêkolîn bikin û derxim holê û her wiha serkeftinên xwe têxin qeydan. Lê heta niha der barê şaredariyên DBP’ê de tu belgeyeke nelirêtiyê nehatiye parvekirin. Qeyûmên ku hatine peywirdarkirin nelirêtî û diziyê dikin.

Di 9’ê çileya 2017’an de qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşara Rihayê hat kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) wezîrê karên hundir ji bo venêrtina qeyûm mufetişên taybet peywirdar kirin û xwest serkeftinê wan bikin belge û têxin qeydan. Lê mufetîşan têkçûna qeyuman kir rapor û  ji wezaretê re şandin. Mufetîşê Mulkiyê Îbrahîm Kapaklikaya û Serkonteolkarê Îdariya Malî Nihat Ozfidan ku ji aliyê wezaretê ve hatin peywirdarkirin, di 28’ê tîrmehê û 01’ê tenaxa 2017’an de venêrtina taybet kirin.

Di rapora mufetîş de hat gotin ku di venêrtina sala 2015’an a serdema şaredariya DBP’ê de rastî tiştekî neyînî nehatine. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji bilî endamên meclisê yên AKP’î endamtiya hemû endamên meclisa şaredariyê yên DBP’î tev hatine rawestandin. Di raporê de hat diyarkirin ku tayînkirina kesên ji derve têra xizmeta şaredariyê nekiriye û nebûye bersiv. Yên tayînî şûna cîgirên Şaredaran hatin kirin jî ne xwedî agahiyên teknîk û tecrûbeyê ne. Destnîşan kirin ku yên hatine tayînkirin ne layik in.

Di raporê de hat destnişankirin ku gelek îhale û karên hatine kirin li dijî pîvan û usûla îhaleyan hatine kirin.

Herî dawî di raporê de hat diyarkirin hemû derfet pêşkêşî qeyûm hatine kirin, lê encama ku xwestine bi dest nezistine û bi ser neketine. Hat tespîtkirin ku qeyûm neketiye nav gel û projeyên ku temasî gel dikin ava nekirine. Dîsa li gorî nerîn û fikrên pêşengên civakê hat destnîşankirin ku gel ji xebatên qeyûm ne kêfxweş in. Di raporê de hat diyarkirin ku xizmeta DBP’ê kir, qeyûm nekiriye.

Qeyûm Omer Cimşît ê ku der barê wî de nelirêtiya îhaleyan derket holê, ji ber tevî hemû derfetên cemaweriyê bi ser neket li şûna wî Omer Derecî hat erkdarkirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar