Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Daneyên enflasyona gel û ya AKP’ê hevdu nagirin

Enflasyon di kanûna sala 2018’an de ji sedî 0,40 kêm bû û li gorî salê jî weke ji sedî 20,30 hate destnîşankirin. Di nav 16 salan de cara yekemîn e enflasyon li ser ji sedî 20’ê hate nîşandan. Her wiha şevê din di carekê de dowîz bilind bû û Akbankê jî dowîz bi bihayeke erzan firot

Daneyên enflasyonê hatin weşandin. Îndeksa Bihayê Berxwiran (TUFE), di meha kanûnê de 0,40 û Îndeksa Bihayê Berxwiran a Navxweyî (YÎ-UFE) jî 2,22 kêmbûn nîşan da. Di bihayê enflasyona salane de ji sedî 20,30 û bihayê enflasyona salane ya navxweyî jî ji sedî 33,64 pêk hat. Bi vê yekê re di nav 16 salan de enflasyon cara yekemîn e li ser ji sedî 20’an hate nîşandan.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), tevî meha kanûnê dema navekiya 12 mehan tê girtin, bihayê berxwiran ji sedî 16,33 û bihayê berhênerên navxweyî jî ji sedî 27,01 zêde bû. Dema li gorî navekiya mehane tê destgirtin jî TUFE ji sedî 0,40 û YÎ-UFE jî ji sedî 2,22 kêm bû. TUFE li gorî heman mehê ya par, ji sedî 30,30 û YÎ-UFE jî ji sedî 33,64 zêde bû.

Daneyên sala nû

Zema memûr û memûrên teqawit jî weke ji sedî 10.70 hate hesibkirin. Zema duyemîn a 6 mehan carekê jî weke ji sedî 10.19 hat destnîşankirin. Daneyên nû wiha ne: “Mûçeyê herî kêm ê esnafên teqawit ên BAG-KUR’ê weke hezar û 690 lîre, mûçeyê herî kêm ê teqawitên hilberînê yên BAG-KUR’ê weke hezar û 189 lîre û 71 qirûş, teqawidên SSK’ê hezar û 888 lîre, mûçeyê herî kêm ê teqawitên SSK’ê weke hezar û 125 û 57 qirûş û mûçeyê herî kêm ê teqawitên memûriyê jî weke 2 hezar û 379 lîre hate diyarkirin.”

Li gorî daneyên TUÎK’ê, li gorî mehan di demê de herî zêde di beşên veguhestin û cil û bergan de ketin çêbûye. Li gorî meha mijdara sala 2018’an, bihayê veguhestinê ji sedî 2,56 û di kincan de jî ji sedî 4,08 daketina darayî çêbûye. Derketina darayî ya li gorî mehan, enflasyon herî zêde di beşa xurekan de çêbû. Enflasyona mehane ya kanûnê bû ji sedî 1,08.

Rastiya enflasyonê

Bi ragihandina îstatîstîkên enflasyonê re, aborînasan jî nêrînên xwe anîn ziman. Aborînas Mustafa Sonmez têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê çend twît parve kirin. Di twîtên xwe de Sonmez bal kişand ser ketina daneyên enflasyonê û wiha got: “Enflasyona salane ya xurekên ku butçeya çîna jêr û navîn dihewîne ji wedeyê 25, di avahiyan de ji sedî 24 û di alavên malê de jî ji sedî 32 ye. Rastiya daneyên enflasyonê ev e. Divê ev yek bê zanîn.”

Têkçûna di pîşesaziyê de dê bidome

Aborînas Umît Akçay jî destnîşan kir ku enflasyoneke ku ji ber paşdeketina bihayê enerjiyê (veguhastin) û tenzîlata di baceyan de hatiye ragihandin. Akçay daxuyand ku enflasyona xurekê hîn ji sedî 25 e û wiha domand: “Ferqa di navbera enflasyona gel û enflasyona ku hatiye ragihandin de her ku diçe mezintir dibe. Li gorî daneyên hatin ragihandin, tengbûna ekonomiyê mezin bûye. Di meha kanûnê de ev nirx heta ji sedî 44,2 daketiye. Wisa xuyaye ku têkçûna di pîşesaziyê de û bêkarî dê berdewam bike.”

Rêveberiya boriyê kêfxweş e!

Di heman mijarê de aborînas Karatepe jî wiha got: “TUFE weke ji sedî 20.3 hate ragihandin. Rêveberiya aboriyê kêfxweş e. Bawer im gotin; ‘Mirinê nîşan didin û gel li tayê razî dikin’ ev e.”

Sedema bihabûna dowîzê

Tevî vê yekê, dowîz jî ji şevê din heta niha bi liv û tevger e. Dolarê ku di roja destpêkê ya salê de weke 5.30 dihat firotin, di nîva şevê de di careke de heta 5.85 bilind bû. Lê piştre daket û dolar bi nirxê 5.48 dest bi rojê kir. Reva ji rîska liv û tevgerê ya di piyasaya navneteweyî de û bandora kirariyên li Asyayê yên li ser algorîtmayan weke sedema vê liv û tevgerê hate nîşandan.

Çiqas bilind bû?

Bi vê yekê re dolar ji 5.30’yan heta 5.85’an bilind bû, her wiha euro ku serê sibê bi 6.09’an dest pê kir û heta 6.43’yan bilind bû. Îro serê sibehê dolar bi 5.48 û euro jî bi 6.22’yan hate firotin. Her wiha zêrê çaryek bi 372 lîreyan û zêrê tam jî bi hezar 488 lîreyan hate firotin.

Akbankê dowîz bi erzanî firot

Balkêş e ku vê carê jî Akbankê dowîz di nîvê şevê de pir erzan firot. Akbankê der barê mijarê de daxuyanî da û îdia kir ku ‘pirsgirêka teknîkî’ nîşan da. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şeva 31’ê cotmehê ya sala 2018’an de jî Halkbankê di nîvê şevê saet derdora 23.30’an de di carekê de dolar bi 4 lîreyan û euro jî bi 4.5 firotibû. Piştre jî banqeyê daxuyanî dabû û sedema vê jî weke ‘pirsgirêka teknîkî’ nîşan dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar