Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Di sala nû de dê çi bibe?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hewaya xwezayê, di demsala zivistanê de çendîn sar bû, hewaya siyasî jî ewqas germ bû û guman heye ku germtir û dijwartir jî bibe.

Li gorî tê xuyakirin, dewleta herî ketiye tengasiyê û dê di sala 2019’an de hîn pirtir jî bikeve nav alozî û krîzan, dewleta tirk e û R. Erdogan e. Pêvajo, bi lez û bez dijberî wî dimeşe.

Xwe gelekî jîr û zîrek û lîstokvanekî hosta yê siyasî didît. Ji aliyê siyaseta hûndir ve, ya xapandina gel û rêşaşkirina li ber raya giştî ve, divê mafê wî neyê xwarin! Lê ji aliyê siyaseta derve ve naxêr. Dibe ku di salên destpêkê de hinek destekftiyên wî çêbûn, belê ev jî bi giranî ji ber konjoktura derve bû; nakokiyên navbera dewletan hinek zemîn ji lîstokên R. Erdogan re xweş dikir.

Bi taybetî, niha piştî wê biryara derketina ji Sûriyeyê ya Trump a ji nişka ve, gelek şîroveger û gelek dewlet jî metel û matmayî man. Helwesta herî balkêş û girîng jî ya R. Erdogan bi xwe bû. Di destpêkê de heta 2 rojan bê deng ma û aqilmendên wî jî tu rê jê re nedîtin. Lê wisa hat xuyakirin ku ji bêçaretiyê, rabû li biryara Trump xwedî derket, pesnê wî da û heta para xwe jî xist nav wê biryarê. Weke ku wî qinyata Trump xurt kiribe û lewma wî, ew biryar da be!

Li ser wê biryarê pêvajo ket qonaxeke nû û lezgîn. Bêguman DYA’ê, di vî warî de hinek kar danî ser milê R. Erdogan jî. Hema 2-3 rojan piştî daxwiyaniyê, gazî Rûhanî kir û li pey hev trafîka siyasî lez da xwe. Atmosfera pêvajoya siyasî têra xwe germ bû.

Li gel trafîka siyasî ya telefonan, heyetên siyasî yek li pêy a din ketin rê û meşiyan. Heyeta herî giran û girîng a Moskovê ya M.Çavuşoglu, H.Akar, H.Fîdan û Î. Kalin bû. Lê her çi sedem bû nehat zanîn û xuyakirin ku vê heyeta ewqas giregir, ji bo çi bi tenê saet û nîvekê li hev rûniştin û daxuyaniyek zelal û têr nehat dayîn. Tenê bi çend gotinên gilover agahî dan çapemeniyê.

Her wiha daxuyaniyên li ser trafîka heyetên siyasî ne rawestiyan. Hat gotin; di 3’yê vê meha çileyê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih tê Enqereyê mevandariya Erdogan. Di heman rojan de Serokwezîrê Pakistanê Imran Han jî tê Enqereyê. Balkêş e di heman rojan de heyet ji Wezareta Edaletê ya DYA’yê, xwedêgiravî ji bo FETO tê Enqereyê. Hema li pey vê heyetê dîsa ji DYA’ê, J.Bolton ê şêwirmendê Trump ê ewlekariya neteweyî, di 8’ê çileyê de tê Enqereyê.

Em bi bîr bînin birayê wî Omer Beşîrê Sûdanî bi nehînî hatibû Enqereyê û derbasî cem birayê wî yê kevn Beşar Esad bûbû!

Di nav ewqas aloziyên mezin ên herêmê û cîhanê de, ji Erdogan re zemîn û rêyên serkeftinê hema hema nemane. Ew hewl dide ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de bi ser keve, çi yê wî heye xerc dike, ji bo qezenckirinê amade ye ku hemû rûmetên mirovahî bixe bin pêyan. Lê wisa diyar e ku wî ew şens û derfet winda kir.

Berevajî, ew şens û derfetên berfireh, niha ji berê pirtir ji bo gelê me û tevgera me derketine holê.

Gelên me hîn pirtir bi xwe hesiya û her wiha hîn pirtir bi siyaseta navdewletî ya dewletparêz jî hesiya. Hîn baştir xwe nas kir û neyarê xwe jî nas kirin. Lewma hîn pirtir baweriya xwe ya bi xwe xurttir û qewîntir dike.

Di vê sala nû de, zemîn û derfet ji bo têkoşîn û tevgera doza me firehtir in. Bi tenê divê em xwe xemsar nekin, li gel şens û fersendan em xeteriyan û dijwariyan jî ji bîr nekin û ji berê hostatir destê xwe li xebat û lebatê bipêçin, bişidînin û bi vê hişmendiyê bimeşin!

Nûçeyên Têkildar