Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Pompeo: Parastina kurdan a ji qetilkirina tirkan erka me ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo diyar kir ku yek ji erka wan a li Sûriyeyê ew e ku kurdan ji qetilkirina tirkan biparêzin. Pompeo destnîşan kir ku parastina pêkhateyên olî yên Sûriyeyê jî beşek ji mîsyona wan e

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo têkildarî hevîditinên ku dê bi Tirkiyeyê re bikin, ji kanala Newsmaxê TV’yê re axivî. Pompeo bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û got ku parastina kurdan ji hewldanên qetilkirina dewleta tirk, erka Amerîkayê ye.

Mîke Pompeo diyar kir ku pêşîlêgirtina qetilkirina kurdan a bi destê tirkan û parastina pêkhateyên olî yên Sûriyeyê yek ji perçeyên erka Amerîkayê ye. Têkildarî biryara vekişîna serokê Amerîkayê Donald Trump jî Pompeo axivî û destnîşan kir ku dê biryara vekişînê pêk bê lê dema wê ne diyar e.

Bolton û Jeffrey tên Tirkiyeyê

Pompeo diyar kir ku ji bo bidestxistina encamên erênî, gelek mijarên ku bi Erdogan û rayedarên dewleta tirk re bixebitin hene. Tê payîn ku dê şêwirmendê parastina neteweyî yê Trump John Bolton û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Jim Jeffrey hefteya bê werin Tirkiyeyê.

Biryara Trump

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokê Amerîkayê Donald Trump demek berê piştî hevdîtina bi telefonê ya bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, biryara vekişîna ji Sûriyeyê dabû. Biryara Trump rastî bertekên hevkarên wan ên koalîsyonê hatibû. Der barê mijarê de rayedarên Fransa û Îngilistanê bertek nîşan dabûn.

Ji ber bertekan paşve gav avêt

Biryara vekişîna ji Sûriyeyê, li DYA’yê jî rastî bertekên tund hatibû. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jîm Mattîs û nûnerê taybet ê Amerîkayê li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGûrk îstifa kiribûn. Bi zêdebûna bertekên li dijî biryarê re, Trump paşve gav avêt û da zanîn ku dema vekişîna wan dê hinek hêdî be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar