Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Lêkolîneke nû: Artêşa tirk têk çûye

 

Hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî ya ÎGU’yê Mehmet Başcillar û hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Kasim Karataş li ser 225 leşker û polîsên ku li Kurdistanê di şer de cih girtine, lêkolîneke balkêş kirin. Li gorî lêkolînê, ji hevalên her 5 leşkeran 3 jê dimirin û ji her 3 peywirdaran 2 jê dibêjin ku bandoreke neyînî li ser psîkolojiya wan çêbûye

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên arteşa tirk de berdewam in. Dewleta tirk bi serkêşiya hikûmeta AKP-MHP’ê di serî de li Bakur û Rojava, hema hema li her devereke Kurdistanê li dijî gelê kurd şerekî dijwar dike. Di şer û pevçûnan de her çiqas artêşa tirk windahiyên mezin bide jî, hikûmet daneyên heyî berevajî dike û windahiyên xwe vedişêre.

Şerê taybet ê ku hikûmeta AKP-MHP’ê li dijî civaka kurd û Tirkiyeyê dimeşîne, gelek caran bi mînakên balkêş tên teşhîrkirin. Lêkolîna Hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Gelîşîm a Stenbolê (ÎGU) Mehmet Başcillar û Hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Kasim Karataş a der barê leşker û polîsên di şerê li hemberî kurdan de cih girtine, vê rastiyê radixe ber çavan.

Malpera Oda TV’yê di nûçeya bi ser navê ‘Vaye halê leşker û polîsan… Ji hevalên her 5 leşkeran 3 jê şehîd dibin’ cih da daneyên lêkolînê ya Mehmet Başcillar û Prof. Dr. Kasim Karataş a der barê rewşa leşker û polîsên tev li şerê li Kurdistanê bûne û piştre jî vegeriyane malê de hatiye kirin.

Daneyên balkêş parve kirin

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku lêkolîn li ser 225 leşker, polîs û cerdevanan û bi ser navê ‘Raxistina rewşa baş a endamên ewlehiyê yên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin’  hatiye kirin û 6 mehan dom kiriye. Di encama lêkolînê de jî dane û tespîtên balkêş hatine weşandin. Têkildarî mijarê Başcillar van daneyan parve dike: “Hema hema ji her 5 peywirdaran 4 jê şahidiya birîndarbûna hevalên xwe dikin. Ji her 5 peywirdaran 3 jê şahidiya şehîdbûna hevalê xwe dike. Ji her 4 peywirdaran 3 jê rastî êrîşeke terorê tê.”

Travmaya şer: Psîkolojiya me nebaş e

Di berdewamiya nûçeyê de jî Başcillar têkildarî travmaya şer a li ser leşkeran tespîtên girîng dike. Başcillar van nirxandinan dike: “Ji her 10 endamên ewlehiyê 9 dibêjin ku di asta tê xwestin de nikarin bi malbatên xwe re demê derbas bikin. Ji her 10 peywirdaran, 9 jê dibêjin ku di xewna xwe de dibînin ku tev li şer û pevçûnan dibin. Ji her 3 peywirdaran 2 jê dibêjin ku bandoreke neyînî li ser psîkolojiya wan çêbûye.”

Şerê taybet

Her çiqas rastiya şerê li Kurdistanê ev jî be, hikûmeta AKP-MHP’ê bi şerê taybet hewl dide ku derbên li rojava, bakur û başûrê Kurdistanê dixwe, veşêre. Bi rêya çapemeniya hewizê weke ku derbên pir giran li hêzên kurd dixe û hêzên leşkerî yên kurd li ber tunebûnê bin, 24 saetan weşanê dikin. Bi taybeî jî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu hema hema rojane derdikeve pêşberî kanalan û bi gotinên weke ‘PKK dê heta nîsanê biqede’ , ‘PKK ha qediya ha diqede’, ‘Tenê 700 PKK’î mane’ û hwd. lê berevajî vê yekê lêkolîn nîşan didin ku artêşa tirk û polîs windahiyên mezin didin û psîkolojiya wan têk çûye.

Gerîla bi dîmenan derbeyê li şerê taybet dixe

Li hemberî daneyên xeyalî yên ku artêşa tirk dide û bi devê rayedarên dewleta tirk tên nixumandin, di serî de gerîlayên PKK’ê, şervanên kurd çalakiyên xwe bi dîmenan belge dikin û derbeke mezin li vî şerê psîkolojîk didin. Di vê çarçoveyê de bi sedan dîmenên gerîlayan ên li bakurê Kurdistanê bi raya giştî re hatin parvekirin. Navenda Parastina Gel (NPG) jî bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên sala 2018’an parve kir û diyar kir ku hêzên gerîla di vê salê de 556 çalakî pêk anîne û di encamê de jî 2 hezar û 103 leşker û polîs hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar