Zimanzan Noam Chomsky diyar kir ku di asteke kêm de hebûna yekîneyên DYA’yê ya li Sûriyeyê, dikare pêşî li êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan bigire. Chomsky got ku dewleta tirk piştgiriya OSO û cîhadîstan dike û tirsa wê ya herî mezin jî avabûna yekitiya kurdan a li herêmê ye
Bertekên li dijî biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên vekişîna ji Sûriyeyê, berdewam in. Bi taybetî jî biryara Trump di raya giştî ya DYA’yê de rastî nerazîbûnên micid hat. Yek ji van kesan jî zanyarê amerîkî Noam Chomsky e. Chomsky diyar kir ku hebûneke kêm a leşkerî ya DYA’yê ya li Sûriyeyê dikare rê li ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd bigire.
Zimanzan, zanyar û aktîvîstê siyasî Noam Chomsky li hemberî biryara Donald Trump nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji bo parastina kurdan, divê DYA hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne. Di berdewamê de jî Chomsky wiha derbirî: “Hejmareke kêm a leşkerên amerîkî ya li herêmên kurdan ên Sûriyeyê, ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê xwedî roleke girîng e. Tirkiye jî piştgiriyê dide OSO û hêzên cîhadîst. Tirsa Tirkiyeyê ya herî mezin ew e ku li herêmê yekitiyeke kurdan ava bibe. Ji ber vê jî hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê, li hemberî operasyona Tirkiyeyê asteng e. Yekîneyên Amerîkayê heta astekê ji bo kurdan heta baweriyê didin.”
Chomsky di berdewamê de jî diyar kir ku yekîneyên Fransayê yên li herêmên tampon ên li Sûriyeyê, dê nekare pêşî li êrîşan bigire û ger ku DYA vekişe, dê dewleta tirk li gel Rûsyayê li dijî herêmên diyar operasyonan pêk bîne.
Noam Chomsky bi piştgiriya xwe ya bi kurdan re jî tê naskirin. Gelek caran Chomsky bi awayekî vekirî piştgiriya xwe ya bi gelê kurd re nîşan daye û dibêje ku divê gelê kurd mafên xwe bi dest bixe. AMED