Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurdistanî li 7 welat û 19 bajaran dadikevin qadan

KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, dê di navbera 5-19’ê çileyê li 7 welatan û 19 bajaran çalakiyan li dar bixin. KCDK-E’yê banga tevlêbûnê li raya giştî kir

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku dê bi armanca piştgiriya bi çalakiya grevên birçibûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, dê ji 5’ê çileyê heta 19’ê çileyê li 7 welat û 19 bajaran çalakiyan li dar bixin. KCDK’yê banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de KCDK-E’yê diyar kir ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve li Strasboûrg, Hewlêr, girtîgehan û li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, didomin. KCDK-E’yê da zanîn ku dê bi dirûşma ‘Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye’ ji 5’ê çileyê heta 19’ê çileyê dê li 7 welat û 19 bajaran çalakiyên piştgiriyê li dar bixin.

Banga tevlêbûnê

KCDK-E’yê diyar kir ku dê di çalakiyan de hewldanên dagirkirina Kurdistanê, qirkirin û komkujiyên ku tê xwestin li pêş çavên dinyayê bên kirin, bên şermezarkirin. Her wiha KCDK-E’yê daxuyand ku ji bo dawî li xemsariya dewletên Ewropayê bînin, ji bo bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ji holê rakin û xwedî li grevên birçîbûnê derkevin dê li qadan bin û bang li gelê kurd, dostên wan û  hêzên demokratîk û şoreşger kir ku tev li çalakiyan bibin.

Plansaziya çalakiyan

Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:

ALMANYA

Dusseldorf: Meşa navendî ya Eyaleta NRW dê li ber DGB Hausê ya pêşiya HBF a li Dusseldorfê saet 13.00’an de pêk bê.

Frankfûrt: Dê di saet 14.00’an de li Berlîner Platzê

Stûttgart: Dê di 14.30’an de li Lautenschlager Strasseyê

Mannheim: Dê di saet 14.30’an de li Prade Platzê

Giessen: Dê di saet 14.00’an de li Berliner Platzê

Mainz: Dê di saet 14.00’an de li Hauptbahnhofê

Hamburg: Dê di saet 15.00’an de li Hauptbahnhofê

Gottingen: Dê di saet ji 14.00’an heta 16.00’an li Ganzelîzeyê

Salzgîtter-Hannover: Dê di saet 15.00’an de li Hildesheimê

Bremen – Oldenburg: Dê di saet 14.00’an de li Oldenburg HBF’ê

Berlîn: Dê di saet 15.00’an de li Ku-Dammê

Kîel: Dê di saet 14.00’an de li Hauptbahnhofê

Saarbrucken: Dê di saet 15.00’an de li Europa Galeriayê çalakî bê lidarxistin.

YEWNANISTAN

Atîna: Dê di saet 16.00’an de li Meydana Sintagma – Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakî pêk bê.

HOLLANDA

Rotterdam:  Dê di saet 14.00’an de li Schouwburgplienê çalakî bê lidarxistin.

SWÎSRE

Zurîch: Dê di saet 14.00’an de li Helvetiaplatz. 8004 Zürich, Zwitserlandê çalakî bê lidarxistin.

ÎNGILISTAN

Galler: Dê di 6’ê çileyê saet 12.00’an de li 1 Wellfield Rd, Cardiff CF24 3NZ (Li pêşiya Cafe Nero) çalakî pêk bê.

AWÛSTÛRYA

Viyana: Dê di 13’yê çileyê de li Viyanayê meşeke navendî bê lidarxistin.

DANÎMARKA

Dê di 19’ê çileyê de meşek bê lidarxistin. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar