Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lîmon, xwê û şekir nadin girtiyên di grevê de!

Girtiya bi navê Zelal Başboga ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dimîne û ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi rêya malbata xwe da zanîn ku rêveberiya girtîgehê lîmon, xwê û şekir nade girtiyên di çalakiyê de

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven hatiye destpêkirin, du meh li pey xwe hişt. Bi heman boneyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di 16’ê kanûnê ve bi tevlêbûna 30 girtiyên ji girtîgehên cuda yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû desptêkirin û hejmara girtiyên ku tev li çalakiyê bûn, nêzî sed kes bû.

Yek ji girtiyên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû Zelal Başboga (22) ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tê girtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi rêya telefonê agahî dan malbata xwe. Der barê mijarê de bav Îzettîn Başboga anî ziman ku keça wî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de bû lê ji duh ve, çalakiya xwe veguherandiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Malbat piştgiriyê didin biryara zarokên xwe

Îzettîn Başboga got ku zext û tundiya li ser girtiyan berdewam dike û ev agahî dan: “Lêgerîna li qawişan didome û newresîman nadin girtiyan. Maseyên girtiyan jê standine û lîmon, xwê û şekir nadin girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne.  Keça min got ku tevî vê jî moralê girtiyan bilind e û heta ku tecrîd bi dawî dibe jî dê çalakiya xwe bidomînin. Em dixwazin zarokên me bijîn. Wan bi îradeya xwe biryarek da, em piştgiriyê didin biryara wan û hurmetê nîşanî vê biryarê didin.”

Banga hestiyariyê kirin

Bav Başboga got ku bi salan e Ocalan nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike û zarokên wan jî ji bo rakirina tecrîdê ketine grevê. Başboga got ji bo ku encamên nebaş dernekevin, divê hemû kes, sazî û rêxistinên demokratîk bi hestiyarî tevbigerin.

Zelal Başboga di sala 2016’an de bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di serî de li girtîgeha Şirnexê, piştre li Rihayê û niha li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dimîne. STENBOL – MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar