Li bajarê Kirmaşanê yê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erdhej pêk hat û li bajarên mîna Silêmanî, Hewlêr û Bexdayê jî hatiye hîskirin
Li navçeya Gilabî Garb a Kirmaşanê bi pileya 5.9 erdhej pêk hat. Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojîya Zanîngeha Tahranê erdhej di saet 17.11’an de pêk hat. Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlometre binê erdê pêk hatiye û li bajarên mîna Silêmanî, Hewlêr û Bexdayê jî hatiye hîskirin. Têkildarî mirî û birîndar agahî nehat dayîn.
Di 13’ê mijdara 2017’an de jî li Kirmaşanê bi pileya 7.3 erdhej pêk hatibû û nêzî 500 kes jiyana xwe ji dest dabûn. AMED