Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Hîleyên hilbijartinê dest pê kir: Qeydên gel jê birin

Li Şirnexê 5 hezar 616 hilbijêrên nû derketin. Hat zanîn ku ji van hilbijêran 3 hezar 500 kes ji Şirnexê nînin û li taxên leşkerî qeydên wan hatine çêkirin. Her wiha li Sêrtê jî qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran jê hatiye birîn

Di 31’ê adara sala 2019’an de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan hilbijêr dê ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî biçin ser sindoqan. Di vê çarçoveyê de partiyan lez da xebatên xwe û namzetên xwe diyar dikin. Bi nêzbûna hilbijartinê re, fen û fûtên ku hikûmet hewl dide di hilbijartinê de bike jî hêdî hêdî aşkera dibin. Hikûmeta AKP’ê ku her ku diçe li Bakur dengê xwe winda dike, hewl dide bi hîleyên weke ‘hilbijêrên xeyalî’ , ‘dengê polîs û leşkeran’ û ‘bi jêbirina navên hilbijêran’ li Bakur dengê xwe zêde nîşan bide.

Yek ji van bajaran ên ku AKP dixwaze bi hîleyan şaredariya wê bidest bixe jî, Şirnex e.  AKP ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de lê winda kir, bi guherandina nifûsa bajar re dixwaze bi ser keve. Li gorî daneyên YSK’ê, li Şirnexê 32 hezar û 259 hilbijêrên hene. Lê balkêş e ku ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî 5 hezar û 616 hilbijêrên nû lê hatin zêdekirin.  Li gorî agahiyan, qeydên hemû polîs û karmendên dewletê yên ku qeyda wan li Sîlopiya, Cizîr û navçeyên derdorê wê, anîn Şirnexê.

Li taxên qereqol lê ne hilbijêr zêde dibin

Li gorî agahiyan, ji van 5 hezar û 616 hilbijêran 3 hezar û 500 kes ji Şirnexê nînin û ji bajarên Tirkiyeyê ne. Balkêş e ku bi taybet jî li taxên ku qereqol lê hene, hejmara hilbijêrên biyanî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li taxa Yeşîlyurt ku Fermandariya Tumenê ya Sînorê 23’yemîn ku heta niha hejmara hilbijêran 2 hezar û 589 bû, niha gihîştiye 4 hezar û 611 hilbijêran. Hat zanîn ku li Qilebanê jî nêzî 2 hezar hilbijêrên nû hatine zêdekirin.

Daxuyanî dan

Her wiha AKP li Sêrtê jî di nav hewldanên hîleyên hilbijartinê de ye. Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê ji ber ku Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê di 31’ê kanûnê de qeydên hilbijartinê nedan, dest bi lêkolînê kir. Encama lêkolînê jî bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û endam û rêveberên HDP’ê yê bajêr, duh bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Qeydên hilbijêran jê birine

Di daxuyaniyê de Beştaş got ku mîna he carê AKP bi dizî û hîleyan dixwaze hilbijatinê qezenc bike û ev agahî dan: “Dê di hilbijartina 31’ê adarê de qeyûm pel û potên xwe kom bike û ji Sêrtê derkeve. Lê hewldanên wan ên cuda hene. Em gav bi gav van nelirêtiyan dişopînin. Li Sêrtê di 24’ê hezîranê de 91 hezar û 20 hilbijêr hebûn. Lê niha 90 hezar û 938 hilbijêr xuya dikin. Ev yek weke tiştekî ji rêzê xuya dike lê ne wisa ye. Di lêkolîna me de derket holê ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi sala ne li bajêr in, hatine jêbirin. Em yek bi yek hemû dengan kontrol dikin. Li malekê bêyî agahiya xwediyê malê, 28 hilbijêr hatine qeydkirin. Her çiqas agahiyên zelal nebin jî, qeydên leşkerên li Kampa Başîkayê li Sêrtê hatine çêkirin. Bi vê sextekariyê dixwazin bi ser kevin. Lê em ê rê nadin vê.” ŞIRNEX-SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar