Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo dayika xwe nameyek nivîsand. Guven di nameya xwe de diyar kir ku ew ji bo layikê dayika xwe û hemû dayikan bibe dê têkoşîna xwe ya mafdar bidomîne
Dayika hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 62 roj in di greva biçîbûnê de ye, Cevriye Guven çend roj berê çû ser dilovaniya xwe. Guven ku ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikaribû biçe şîna dayika, ji bo dayika xwe nameyek nivîsand.
Nameya Guven wiha ye:
“Di demên dijwar de min nekarî li ba te bim. Min nekarî bi destê te bigirim û li ber serê te rûnêm. Veqetînên wisa gelekî dijwar in. Min nekarî peywira xwe ya dawîn bi cih bînim. Dema ku ez di Zindana Amedê de bûm bavê min rehmet kiribû. Di demên dawîn de min nekarî ez li ba wî bim. Dayê te ez her dem ji zarokên xwe yên din cihê digirt, belkî ji ber ku ez zaroka dawîn bûm an jî min wekî te neheqî qebûl nedikir. Te di wan deman de gelek tabûyên li ser jinan parçe kiribû. Her kesî qala vê karaktera te dikir. Her kesî qala henûnbûna te dikir.
Di sekna te de esalet û zanyarî hebû. Heke ji min re bibêjin hêvî, ked, fedakarî çi ye, ez ê bibêjim ‘dayika min e’. Tê bîra min bavê min ji te re digot ‘Zarokên te bûne komunîst’ te jî digot ku ‘Ma tu dizanî komunîzm çi ye?’ Te bi saetan qala mafdarbûna me dikir. Te digot ‘Heke zarokên min tiştekî bikin, nexwe ew tişt rast e.’ Îro ev nirxên ku em ji bo wan têdikoşin, nirxên te ne.
Dayê gelek tune hesibandin. Gelê kurd li hemberî vê feraseta ku dibêje ‘Yan hûn ê cilên me li xwe bikin an jî hûn ê tazî bimînin’ li ber xwe dide. Ji ber têkoşîna xwe em bûn hedef û bi hezaran kes em hatin girtin. Bi lîncê, bi kaşkirina li pey panzêran em hatin kuştin. Ji kurdan re tenê mirin heye, ne jiyan. Tişta ku dibêjin erdnîgarî qeder e, tiştekî wisa ye…
Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û ji bo ku aştî û azadî were vê axê, ez di greva birçîbûnê de me. Heke dem û derfeta min hebûya, ez baş dizanim ku te yê heq bida min. Dayê, tecrîd sûcekî mirovatiyê ye, şer sûcekî mirovayetiyê ye. Li hemberî van tiştan ez li ber xwe didim. Te berxwedana li hemberî neheqiyê nîşanî min da, te cesaret hînî min kir. Tiştên ku te hînî min kiriye, gelekî bi qîmet e. Te wekî hemû dayikên Kurdistanê êş kişand lê te rojekê jî negot ‘of’.
Dayê, ji bo ku ez layiqî te û hemû dayikan bibim, ez ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila cihê te bihuşt be dayê.” AMED