Anglo Sakson, qebîleyên cermen in ku heta sedsala 5’emîn Brîtanya bi dest xistine û hikûm kirine. Di sala 1050’yan de, piştî ku qebîleyên normanî hatine Brîtanyayê, dawî li rêveberiyên qebîleyên anglo-saksoniyan anîne. Lê ev qebîle, di dîrokê de her tim bandora xwe li ser Brîtanyayê kirine. Navê Îngilistanê û zimanê îngilîzî ji anglo-saksoniyan tê. Di rojame de ji çanda Anglo Sakson, jiyan û fikrandina anglo saksoniyan li DYA’yê û li Îngilistanê bandorek mezin heye. Ev çand wek bîrdoziyeke serdest, bandora xwe li ser polîtîkayên DYA û Îngilistanê dike. Tê gotin ku malbata serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji anglo-saksonan ne.
Li DYA’yê Enstîtuya Anglo Sakson heye, beriya 2 mehan gotarek di Enstîtuya Anglo Sakson de hat weşandin. Li gorî vê gotarê, pêwîst e DYA êdî li ser Îranê lêhurbûnên xwe xurt bike û amedekariya mudaxeleya Îranê bike. Ji ber vê yekê jî divê beriya her tiştî li Rojhilata Navîn bandora Îranê were tunekirin û hêza wêvya aborî bê şikandin. Ambargoya li ser Îranê bi vê ve girêdayî ye. Dîsa di gotarê de tê gotin ku ji bo mudaxeleya Îranê pêwistî bi Tirkiyeyê heye. Divê Tirkiye li cem Amerîkayê cih bigire. Dîsa pêwistî bi kurdan tê dîtin. Lê kurdên ku li hemberî emperyalîzmê asteng in, divê bandora wan a li ser kurdan were şikandin. Biryara der heqê 3 pêşengên PKK’ê de bi vê yekê ve girêdayî ye. Dîsa hevdîtinên bi Tirkiyeyê re û daxuyaniya Trump a vekişîna ji Sûriyeyê bi vê yekê ve girêdayî ye.
Biryara vekişîna Trump, dewleta DYA’yê serûbin kir. Bû sedema qeyrana dewleta DYA’yê. Li pey hev îstîfa hatin kirin, saziyên dewletê daxuyaniyên cuda cuda dan. Hinekan got ew ê di nav 2 mehan de xwe vekişînin, hinekan got di 4 mehan de ew ê xwe vekişînin, hinekan got ew venakişin. Herî dawî şêwirmendên saziya Parastina DYA’yê Bolton got ku heta peymanek ji bo kurdan neyê îmzekirin ew ji Sûriyeyê venakişin. Ev daxuyanî piştî hevdîtinên rêveberiya bakurê Sûriyeyê ku bi Rûsyayê re hatibûn kirin de hat dayîn. Rêveberiya bakurê Sûriyeyê bang li dewleta Sûriyeyê kir ku sînoran biparêze. Ev daxuyanî û hevdîtinên bi Moskovê re hevsengiyên li Sûriyeyê tevlihev kirin. Piştî daxuyaniya Trump, Tirkiyeyê da xuyakirin ku wan operasyona bakurê Sûriyeyê dane paş. Lê gef û şantajên xwe yên li ser kurdan her roj, bi rengekî dijmirovahî berdewam dikin û amedekariyên xwe yên leşkerî derxistine asta herî jor.
Wiha xuyaye ku dê di sala 2019’an de bûyerên girîng biqewimin. Hevsengiyeke ecêb û sosret heye. Dê hin hevsengî xirab bibin. Xirabûna hevsengiyan dê rewşên cuda bi xwe re derbixe holê. Polîtîkayeke cuda ya hemû hêzan heye. Lê tu hêz nikare bi serê xwe polîtîkayekê diyar bike. Hemû hêz li dij hêv in lê di heman dêmê de, li cem hev in jî. Îro bi hev re ne sibê li dijî hev in. Di vê hevsengiya ecêb û sosret de kurd pêwîst e gavên girîng biavêjin. Ji ber ku bi qasî derfetên serkeftinê, metirsiyên qirkirinê jî hene. Ji hemû hêzan bêhtir hêza gel, hêza cewherî esas e. Li ser esasên hêza cewherî gavên dîplomatîk û têkiliyên bî hêzan re jî girîng in. Ger em hinek din li ber xwe bidin dê serkeftinên mezin bên bidestxistin.