PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Rojnameger Goktepe hat bibîranîn

Rojnameger Metîn Goktepe ku sala di 1996’an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, li ser gora xwe bi beşdarbûna gelek kesan hat bibîranîn

Nûçegîhanê rojnameya Evrenselê rojnameger Metîn Goktepe ku sala di 1996’an de ji aliyê polîsan ve bi îskenceyê hat kuştin, di ser kuştina wî re 23 sal derbas bûn. Goktepe li ser gora xwe ji aliyê malbata xwe, xebatkarên rojnameya Evrenselê, nûnerên saziyên çapemeniyê û siyasetmedaran ve hat bibîranîn.

Di bîranînê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axaftinek kir û diyar kir ku dê pênûsa Goktepe ji destê xwe nexînin. Xwişka Goktepe Meryem Goktepe jî got ku rojnamegerên ku duh li Metîn xwedî derketine îro li mafê nûçegirtinê yê gel jî xwedî derdikevin. Serokê Giştî yê DÎSK/Basın-Îş’ê Faruk Eren jî girtina rojnamegeran bi bîr xist û destnîşan kir ku niha tundî li ser rojnamegeran heye. Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dirûşmên ‘Metîn nayên kuştin, Evrensel bêdeng nabe” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Rojnameger Goktepe di 8’ê çileya 1996’an de dema ku dixwest beşdarî merasîma cenazeyê Orhan Ozen û Riza Boybaş ên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyeyê hatibûn kuştin bibe, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Polîsan Goktepe di bin çavan de bi lêdanê kuştibû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar