Nivîskar û derhêner Caner Canerîk ji kal û pîrên Dêrsimê çîrokên bi zaravayê kirmanckî berhev kiriye. Canerîk van çîrokan wergerandiye tirkî û çîrokên kurdî kiriye masalên tirkî
Bi avabûna Komara Tikriyeyê re li dijî çand û zimanê kurdan polîtîkayên taybet hatin/tên meşandin û gelek berhemên çandî yên kurdan, bi bernameyên taybet ên ku ji aliyê dewletê ve hatine birêveberin, hatine dizîn û wek berhemên tirkan hatine nîşandan. Bi taybetî jî ev bername li ser folklara kurdan hatine amdekirin û kirine meriyetê. Di vê çarçoveyê de bi sedan berhemên foklara kurdan (stran, çîrok, destan) bi piştgiriya dewletê hatine berhevkirin û ji bo zimanê tirkî hatine wergerandin.
Vê xizmeta ku dewletê bi salan ji bo pişaftin û qirkirina çanda kurdan meşand, niha jî bi destê qaşo nivîskar û derhênerê kurd Caner Canerîk tê meşandin. Canerîk ku bi salan li Stenbolê rojnamegerî û derhêneriyê kiriye, niha bi awayekî dildar xizmeta pişaftin û qirkirina çanda kurdî dike. Ji bo vê xizmeta xwe ya qirker Canerîk li hemû navçe û gelek gundên Dersîmê geriyaye û xwe gihandiye bi sedan kal û pîrên ku çîrokên zaravayê kirmanckî dizanin.
Rola xwe biriye serî
Di vê ger û geşta xwe de Canerîk bi sedan çîrokên kirmanckî yên ku li ber tunebûnê bûne, li gundan ji kal û pîran bi dîmen qeyd û berhev kiriye. Canerîk ji nav van çîrokên xwe 46 çîrok hilbijartine û ji bo çapkirina pirtûkekê wergerandiye tirkî. Canerîk vê xebata xwe ya ku xizmeta pişaftin û qirkirina zaravayê kirmanckî dike, di dawiya sala 2018’an de bi navê ‘Dersim Masallari’ çap kiriye û rola ku ji bo qirkirina zimanê xwe girtiye ser xwe bi dawî kiriye.
Balkêş e ku Canerîk bi navê pirtûka xwe ‘Dersim Masallari’ hesabekî facebookê jî vekiriye û dîmenên gelek çîrokbêjên ku çîrokên xwe bi zaravayê kirmanckî vegotine, li ser vî hesabî weşandiye. Canerîk xizmeta xwe ya sosret tenê bi pirtûkê sînordar nekiriye, ji bo van dîmenên ku bi zaravayê kirmanckî çîrok tê de têne vegotin, binnivîsa tirkî amade kiriye û li wan bar kiriye.
Caner Canerîk di sala 1973’an de li gundê Pirdesûr ê navçeya Pîlemûriyeyê ya Dêrsimê ji dayik bûye û heta ku çûye zanîngehê jî li gundê xwe jiyaye. Di salên 1990’î de ji bo xwendina zanîngehê ji gundê xwe derketiye û li Stenbolê bi cih bûye. Piştî ku 15 salan li Stenbolê di gelek televîzyon û rojnameyên cuda de rojnamegeriyê kiriye, careke din berê xwe daye gundê xwe Pirdesûrê. Di salên xwe yên rojnamegeriyê de bi karê sînemageriyê re jî mijûl bûye û li ser Dêrsimê çend belgefîlman amade kiriye. Canerîk piştî ku vegeriyaye gundê xwe dest bi qeydkirina çîrokên Dêrsimê kiriye.