YSK’ê biryarên nû yên der barê qedexeyên ji bo hilbijartina herêmî ku dê di 31’ê adarê de bê lidarxistin, di Rojnameya Fermî de ragihandin
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryarên xwe yên nû yên ji bo hilbijartinên herêmî di Rojnameya Fermî de parve kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ‘hilbijartineke bi tendurist û bi rêk û pêk’, biryara qedexekirina vexwarinên bi alkol, hilgirtina çekan û weşanê hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniya YSK’ê, biryarên hatine wergirtin wiha ne;
* Di roja hilbijartinê de ji saet 06.00’an heta 24.00’an firotina vexwarinên bi alkol, firotin û dayîna hemû cureyên vexwarinên bi alkol a li her deverekê umûmî qedexe ye.
* Ji bilî peywirdarên emniyetê tu kes nikare li gund, navçe û bajaran çekan li ser xwe bigerîne.
* Roja hilbijartinê di saetên dengdayînê de vekirina hemû kargehên wek çayxane û kafeyan qedexe ye.
* Di roja hilbijartinê de heta saet 18.00’an, hemû weşanên têkildarî hilbijartinê, encamên hilbijartinê, texmîn û şîroveyên der barê hilbijartinê de qedexe ne.
* Ji saet 18.00’an heta 21.00’an hemû radyo û dezgehên ragihandinê tenê dikarin nûçe û agahiyên ji hêla YSK’ê ve hatine diyarkirin, biweşînin.
* Hemû weşan piştî saet 21.00’an serbest in lê ger ku YSK pêwîst bibîne, dikare beriya saet 21.00’an jî biryara weşana serbest bide.
* Dawetên ku di vê rojê de tên kirin jî divê li gorî biryarên hatine destnîşankirin bin û piştî saet 18.00’an bên kirin.