Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hîleya AKP’ê vê carê jî li Xelftetiyê deşîfre bû

Derket holê ku qeyûmê şaredariya Xelfetiyê ji bo ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de bi ser bikeve, 3 hezar 187 dengên ji derve li navçeyê qeyd kirine. HDP’a Xelfetiyê jî bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da û diyar kir ku dê rê nedin ku AKP li navçeya wan bi ser bikeve

Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî re, AKP’ê lez da hîleyên hilbijartinê. Piştî Şirnex û Sêrtê, derket holê ku vê carê jî gelek hilbijêr li ser navçeya Xelfetî ya Rihayê hatine qeydkirin. Ev hîle jî piştî daliqandina lîsteyên hilbijartinê aşkera bû. Hat zanîn ku ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 kesan li Xelfetiyê hatiye çêkirin.

Di hilbijartina 7’ê hezîrana sala 2015’an de li navçeyê hejmara hilbijêran 22 hezar û 735 bû. Ev hejmar di hilbijartina 24’ê hezîrana sala 2018’an de derket 24 hezar û 148 kesan. Ev hejmara ji 24’ê hezîranê heta niha jî derket 27 hezar û 335 hilbijêran. Li gorî nûçeya nûçegihanê MA’yê Erdogan Alayumat, bi daliqandina lîsteyan re xuya bû ku ji 23 bajarên cuda yên Tirkiyeyê, 3 hezar û 187 kes li Xelfetiyê hatine qeydkirin. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku piraniya van kesan leşker, polîs û karmendên dewletê ne û ji navçeyên Kaniya Xezalan û Heranê jî qeyda 2 hezar û 187 kesan li Xelfetiyê hatiye çêkirin.

Li gorî hilbijartinan hejmara hilbijêran

Hejmara hilbijêrên navçeyê li gorî hilbijartinan wiha bû: Di hilbijartina 2014’an de 22 hezar û 782 hilbijêr, di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de 22 hezar û 735 hilbijêr, di hilbijartina 1’ê mijdara 2015’an de 22 hezar û 665 hilbijêr û di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de jî hejmara hilbijêran 24 hezar û 148 kes bûn.

Encama hilbijartinan

Li gorî daneyên Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên van hilbijartinan wiha ne: Di hilbijartina herêmî ya 2014’an de DBP bi 10 hezar û 458 dengan partiya yekemîn û bi 6 hezar û 624 dengan jî AKP partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 7’ê hezîranê de HDP bi 10 hezar û 411 dengan partiya yekemîn û AKP jî bi 5 hezar û 201 dengan partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 1’ê mijdarê de HDP 9 hezar û 878 dengan partiya yekemîn û AKP’ê bi 5 hezar 422 partiya duyemîn bû. Di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de jî HDP’ê 9 hezar û 104 deng û AKP’ê jî 6 hezar û 75 deng girtibûn.

Dixwazin ferqê bigirin

Di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de ferqa dengan a di navbera HDP û AKP’ê de 3 hezar û 29 deng bûn. Ji bo hilbijartina 31’ê adara 2019’an li navçeyê çêkirina qeyda 3 hezar û 187 kesan tê wateya ku ev ferq ji holê bê rakirin. Hat zanîn ku qeydên kesên ji derve bi gelemperî li taxên Firat, Siyahgul, Seldek, Gozeli, Çebekoglu, Cibîn, Aram, Fistikozu, Ank, Ozmuş, Sirataşlar, Hîlallî, Ruştiye, Bîtek, Durak, Argil, Kurugol, Kalkan, Karaotlak, Gurkuyu, Beyburcu, Dergîlî, Narlik, Kinik, Savaşan, Yukarigoklu, Yenî Mahalle, Balaban, Şimaliye, Amara û Aşagi Goklu hatine çêkirin.

Midûriyeta nifûsê piştrast kir

Hikûmeta ku bi vê rêbazê dixwaze şaredariya navçeyê xesp bike, serlêdana şêniyên navçeyê yên ku dixwazin dengê xwe bînin navçeyê qebûl nake. Yek ji van kesan jî parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan e.  Têkildarî mijarê rojnameger Alayumat li rayedarên Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê ev îdia pirsî û rayedar ev yek piştrast kir. Rayedarê nifûsê got ku ji bo vê yekê qeyûmê navçeyê Şeref Albayrak hatiye erkdarkirin.

HDP dê îtîraz bike

Der barê mijarê de hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdullah Çîftçî nerazîbûn nîşan da û ev yek weke bêhiqûqî pênase kir. Çîftçî daxuyand ku qeyûm vîna gel xesp kiriye û dizane ku dê têk biçe ji ber vê jî dengên ji derve tîne navçeyê. Çîftçî got ku dê îtîrazî vê bêhiqûqiyê bikin û dê destûrê nedin ku AKP li Xelfetiyê bi ser bikeve. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar