PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Mezinbûna Tirkiyeyê ji sedî 4.0’an daket 1.6’an

Bankaya Cîhanê di rapora ‘Xuyangên Aborî yên Kurewî – Çile 2019’ an a di beşa Tirkiyeyê de da zanîn ku bandora stres fînansal ên dereng dê li ser mezinbûna sala 2019’an de bandoreke neyînî çêbike. Bankayê mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ya îsal jî ji sedî 4.0’an daxist ji sedî 1.6’an

Bankaya Cîhanê rapora xwe ya îsal parve kir. Di rapora ‘Xuyangên Aborî yên Kurewî-Çile 2019’an’ de mezinbûna aborî ya kurewî ya li gorî salên 2018, 2019 û 2020’an li gorî rêzê  ji sedî 3.0, ji sedî 2.9 û ji sedî 2.8 daxist. Di raporê de ji bo sala 2021’an jî pêşdîtina mezinbûna aboriyê weke ji sedî 2.8 hate destnîşankirin.

Di nirxandina Bankaya Cîhanê ya bi ser navê ‘Bendewariyên Reşbîn: Tîcaret û razemenî qels dibe û aboriya kurewî di sala 2019’an de ji sedî 2.9 dê bisekine’ (Darkening Prospects: Global Economy to Slow to 2.9 percent in 2019 as Trade, Investment Weaken) de wiha tê gotin: “Aboriyên mezin û yên pêş dikevin ji bo ku mezinbûna xwe bidomînin divê polîtîkayên tamponê nû bikin û afirîneriya xwe zêde bikin.”

Stresa fînansî û bêbawerî

Di beşa Tirkiyeyê ya raporê de jî tê gotin ku stresa fînansî ya bi derengî dê bandorê li ser mezinbûna aborî ya sala 2019’an bike. Her wiha di raporê de bal kişand ser enflasyona zêde, faîzên bilind, baweriya kêm, kêmbûna berxwarin û razemeniyê.

Texmînên salên pêş

Bankaya Cîhanê ya ku di sala 2018’an de texmîna xwe ya ji bo mezinbûna Tirkiyeyê ji sedî 4.0’an daxist ji sedê 3.5’an, bendewariya xwe ya ji mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ya ji bo sala 2019’an jî ji sedî 4.0’an daxist ji sedî 1.6’an. Di heman demê de Bankaya Cîhanê ev texmîn ji bo sala 2020’an ji sedî 4.0’an daxist 3.0’an û ji bo sala 2021’an jî texmîna xwe ya mezinbûnê weke 4.2 destnîşan kir.

Sermaye Tirkiyeyê terk dike

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk piştî ku li dijî gelê kurd şerê topyekûn da destpêkirin, kete nav krîzeke mezin a aborî. Krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û bi hezaran şîrket îflas dikin. A herî girîng jî gelek jî ji ber zext, bêhiqûqî, rejîma yekperest, binpêkirina rêgezên hiqûqa navneteweyî, polîtîkaya şantajê ya derve gelemperiya sermayeya mezin Tirkiyeyê terk dike. Ji ber van sedeman gelek şîrketên kurewî yên ku dixwestin li Tirkiyeyê bixebitin, peymanên xwe betal kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar