Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûmê Farqînê îstismara zayendî veşart!

Lîstikvanê futbolê Bîlal J. ku ji hêla qeyûmê Farqînê ve ji Arjantînê anîbûn, îstismara zayendî li zarokekî 12 salî kir. Hat zanîn ku qeyûmê Farqînê jî ji rojnamegeran re gotiye; ‘Nûçeya bûyerê çênekin. Ger ku nûçe bê çêkirin dê beriya hilbijartinê îtîbara me zirarê bibîne.’

Lîstikvanê futbolê Bîlal J. ji bo ku di tîma Sîlvan Belediyesporê de bilîze, ji hêla qeyûmê Farqîn a Amedê ve ji Arjantînê anîn. Hat zanîn ku Qeymeqamtiya Farqînê jî Bîlal J. li Mala Mamosteyan bi cih kir. Ji bo ku alîkariyê bide Bîlal J. ê ku piştî îdmana rojane ya di 2’yê çileyê de vedigeriya Mala Mamosteyan, zarokekî 12 salî pê re hate şandin. Hat îdiakirin ku zarokê 12 salî rastî îstîsmara zayendî ya Bîlal J. hat.

Bûyer piştî ku zarokê 12 salî vegeriya malê û tiştên bi serê wî hatin bi malbata xwe re parve kirin, derket holê. Hat zanîn ku li ser bihîstina bûyerê, malbatê di 2’yê çileyê de bi ser Mala Mamosteyan de girt û Bîlal J. teşhîr kir. Piştre jî polîs hatin Mala Mamosteyan û J. binçav kir. Li gorî agahiyan, îfadeya zarok di bin çavdêriya derûnînasan de hate girtin.

Bûyer bi dayika xwe re parve kir

Di îfadeya xwe de zarokê 12 salî anî ziman ku Bîlal J. ji wî re gotiye ku bila bûyer di navbera wan de bimîne. Zarok di heman demê de destnîşan kir ku sakoyê wî qetiyaye û dema dayika wî sedema vê pirsî jî wî bûyer bi dayika xwe re parve kiriye.

Zarok bûyer fêm nedikir

Her wiha dayika zarok jî li qereqolê îfade da û ev tişt destnîşan kirin: “Kurê min hate malê û sakoyê wî qetiyabû. Min got qey li kolanê lîstiye û ji ber nîqaşên bi hevalên xwe re wisa bûye. Min sedema wê pirsî. Tiştên ku ji min re vedigot, fêm nedikirin. Ez dîn bûm. Min ji bavê wî re telefon kir û malbat kom kir. Piştre jî me bi ser Mala Mamosteyan de girt. Polîs jî hatin wir.”

Hat zanîn ku Bîlal J. ê ku hatibû binçavkirin jî îdiayên der barê wî de înkar kirin.

Ji bo qeyûm ne jiyana zarokekî lê ‘îtîbar’a wî girîng e

Rojnamegerên ku dixwestin der barê bûyerê de nûçeyê çêbikin, rastî astengiyên qeyûmê Farqînê hatin. Li gorî îdiayan, qeyûm ev gotinên sosret ji rojnamegeran re gotine “Nûçeyê çênekin. Ger ku hûn nûçeyê çêbikin, beriya hilbijartinê dê zirarê bide îtîbara me.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar