Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bêyî ku kujerên zarokan bên dîtin dosya rakirin

Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ji bo parastina kujerên 2 jê zarok 3 sivîlên li kolanên Silopiyayê hatin kuştin, bi hinceta ‘failên wan nehatin dîtin’ biryara ‘lêgerîna daîmî’ da û cînayet nixumand

Hêzên artêşa tirk di navbera 14’ê kanûna sala 2015’an û 19’ê çileya sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Di dema qedexeyan de zarokên bi navên Mehmet Mete (10) û Aydin Mete (17) ku pismam bûn, ji hêla artêşa tirk ve hatibûn înfazkirin. Di heman demê de welatiyê bi navê Omer Maslu ê 68 salî jî hatibû înfazkirin. Der barê kuştina 2 zarok û kalekî de Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê bêyî ku kujerên welatiyan bigire, dosya girt. Serdozgeriyê bi hinceta ku failên wan nehatine dîtin, biryara ‘lêgerîna daîmî’ da û bi vê yekê re jî kujerên welatiyan veşartin. Dozgeriyê di biryarê de dîroka lêgerînê heta 9’ê çileya 2014’an destnîşan kir.

Çawa hatibûn kuştin?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zarok Mehmet Mete di roja 8’emîn a qedexeyê de li taxa Karşiyaka ya Silopiyayê bi guleya topê hate kuştin. Pismamê Aydin, zarok Aydin Mete jî li taxa Şehîd Harûn dema ku derketiye derve li kolanê hate kuştin. Cenaze 4 rojan winda bû û malbatê nedikarî xwe bigihîne cenazeyê zarokê xwe. Herî dawî jî cenaze di 6’yê çileyê de li kolanê hatibû dîtin. Hatibû ragihandin ku Aydin Mete ji hêla polîsan ve hatiye înfazkirin. Kalê 68 salî Omer Maslu jî dema ku li mala xwe rûniştî bû, bi guleyan hatibû kuştin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar