Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

220 kesayetên Başûr banga berdana binçavkiriyan kir

Rojnameger, parlamenter, mamosteyên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl jî di nav de 220 kesan, bi metneke hevpar bang li hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku kesên li Sekoy Azadî hatine binçavkirin, berdin

Di 11’ê çileyê de bi tevlêbûna endam û rêveberên Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û RJAK’ê, li Parka Azadî çalakiya bîranîna sê jinên kurd ên şoreşger (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, hate lidarxistin. Dihat payîn ku di merasîmê de kurtefîlma Cansiz bihata nîşandan û xelata îsal a ji bo bîranîna Cansiz diyarî hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bihata kirin. Lê asayîşa Silêmaniyê êrîşî girseyê kir û piranî jê zarok û jin bi giştî 52 kes binçav kirin.  Ji van kesan heta niha 14 jin û zarok hatine berdan.

Ji bo berdana kesên hatine biçavkirin, rojnamager, çalakvanên civaka sivîl, parlamenter, kesayet û mamostayên zanîngehê jî di nav de bi giştî 220 kesan bi ser navê ‘îşkence û binçavkiririnan bisekinînin’ daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. Her wiha ev nivîs radestî wezareta hundirîn, navenda asayîşa giştî û Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) jî hate kirin.

Dayik li ber çavê zarokan îşkence kirin

Di metnê de roja bîranînê tê bibîrxistin û tê gotin ku hêzên asayîşê bi lêdan û îşkenceyê jin, zarok û beşdaran binçav kirine. Her wiha tê destnîşankirin ku binçavkirin bêyî ku biryareke dadgehê hebe hatiye kirin û kesên hatin binçavkirin jî bi îşkenceyê şandine girtîgehê. Metn wiha didome: “Ji rêveberên Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed jî hate binçavkirin û li ber çavê 3 zarokên wê lê wê xistin, porê wê kişandin, bi jopê ceyranê lê xistin, bi darê zorê xistin wesayîtê û şandin girtîgehê. Hinek çalakvan hatin berdan lê yên din hîn di bin zilma asayîşê de di girtîgehê de tên girtin.”

Daxwazên xwe aşkera kirin

Kesên ku îmzeya xwe avêtin bin metnê ev daxwaz kirin:

* Em dixwazin ku hemû bên berdan û îşkenceya psîkolojîk li ser wan bê rakirin.

* Em nêzikatiya asayîşa Silêmaniyê şermezar dikin û dibêjin ku pîvanên mafên mirovan, azadiya fikir û ramanê bin pê kirine.

* Divê êdî binçavkirina çalakvanên siyasî bi dawî bibe.

* Divê hemû pirsgirêkên di navbera hizban de çêbûn, bi rêya guftûgo û danûstandinan çareser bibin.

* Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê û hizb, li ser bingeha qedexekirina azadiya siyasî û sivîl, tu lihevkirinan bi dewletên cîran re çênekin.

* Ji her lihevkirineke siyasî û leşkerî zarok bên parastin.

* Civîn, çalakiyên hunerî û sivîlî maf e, nabe bi tu awayekî ne yasayî û bi zorê ji aliyê hêzên ewlekarî ve werin astengkirin.

* Divê ji kesên hatin binçavkirina re lêborîn bê xwestin û tazmînata manewî jê wan re bê dayîn.

Navên kesên ku metn îmzekirin

Navên kesên ku metn îmzekirin wiha ne: “Niyaz Ebdula, Şîna‌ Fayeq, Tirê Mehmûd, Fereydûn Saman, Şehla Bekîr, Aram Heme Seîd, Şiwan Şefîq, Leyla Abdula, Teniya Kemal, Dilsoz Zengene, Kiwêstan Mehdî, Gulistan Seîd, Şiniyar Hesin, Serkewt Şemsedîn, Sergul Qeredaxî, Eriziye Emîn, Nazdar Salah, Derûn Sehîdî, Rûbar Qadirî, Şîlan Heme Nûrî, Mardîn Ebdul Kerîm, Nesirîn Fetah, Sêvê Nihlî, Sozan Welî, Remziye Zana, Letîf Şemzînî, Sureyiya Hisên, Asiya Mecîd, Şênê Elî, Şine Xalîd, Bêgerdî Mama, Semîre Nadir, Awrîng Emir, Bijwên Goşiyar, Vêna Kemal, Mihreban Elî, Şine Seîd, Viyan Babe Elî, Hedîye Ehmed, Peyman Elî Manî, Rêkxirawî Xende El Maniya, Gulzar Mihmûd, Meryem Haşmî, Hewrî Mihmûd Emîn, Saye Celal, Naz Berzencî, Roşna Mihmûd, Şad Heme, Govar Rizgar, Namen Serdar, Tara Emîn, Hetaw Ebdulahî, Behar Mehmûd, Şine Osman, Ala Reşîd, Razaw Mehmûd, Haje Salar, Şino Enwer, Roşna  Emîn, Şemal Ehmed Biçkol, Majda Morî, Behre Welî, Serkewt Elî Nûrî, Goran Celal, Hawrê Ebdula, Kemal Silêmanî, Ferman Kurdî, Sara Reza, Perî Êranî, Heyder Salih, Daykî Şeng, Hîwa Emîn, Razaw  Ebdul Kerîm, Ciwan Ferîd, Perwa Elî, Aşitî Îsma Elî, Erxewan Resûl, Haje Kemal, Dr. Rêzan Herdî, Şîrîn Tahîr, Geşe Dara, Pavê Cemîl, Çiya Yasîn, Sinur Kerîm, Kejal Heme Reşîd, Rewend Caf, Aso Haşim, Çiro Rûstem, Sazan Şehîd Talib, M. Niyaz Mehdî, Kosiret Ehmed, Hêro Şerîf, Behar Heme Reş, Bêrîvan Aso, Şeyda Meruf, Dilêr Rojhelat, Rûxoş Emîn, Rûnaw Zîndî, Rêzan Ezîz, Naz Xanim, Şehab Ehmed, Nana Mistefa, Şîlan Mistefa, Şeyma Edinan, Sozan Welî, Ebdul Rehman Resûl, Salar Sabîr, Haje Hisin, Çiraxan Mîriza, Sirûşt  Mîr, Şîrîn Baban, Perwîn Hisên, Ebdul Rehman, Sergul Selme, Arîn Berizncî, Tirîfe Ezîz, Leyla Ehmed, Çawan Ebas, Sazan Kemal, Nîhad Camî, Çîmen Qadir, Çîmen Arîf, Tara Ehmed, Bêgerd Mehmûd, Şîlan Nûrî, Jiyan Şehîd Qeredaxî, Diyarî Fereydûn, Peyan Ferec, Sinur Salih Birahîm, Nesirîn Heme Xurşîd, Leniya Selam Seîd, Şeyda Ebdula Rehman, Rave Selam, Nazenîn Mihmed Xefur, Jiyanî Kake Bira Heme, Dilşad Xoşnaw, Burhan Ebdula, Erdelan Şêx Fatîh Berizncî, Bextiyar Helebcey, Gona Seîd, Feriyad Hîranî, Kejal Nûrî, Mehmud Soran, Rêzan Fazîl, Razaw Mehmûd Ferec, Razaw Seîd, Şîlan Bîbanî, Şîrî Mahsumî, Şehla Qadir, Hawkar Kirêkar, Mehmûd Nadir, Şewnem Kerîm, M. Bextiyar, Fewad Seîd, Hêmin Mamendî, Rizgar Elî Heme Biçkol, Sebrî Behimenî, Faruq Omer, Xale Hemeyi Şaîr, Starî Çîmento, Heval Mêrgepanî, Cemal Şerîf, Runak Ehmed, Semîre Ebdula Nadir, Jiyan Îbrahîm Seîd, Perî Keneda, Aşitî Şehbar, Beyan Îbrahîm, Emîn Elî Şerîf, Asiya Mecîd, Rêbîn Mehmûd, Emîn Mehmûd, Serkewt Osman, Selam Mehmûd, Kerîm Reşîd, Şîrwan Mîrkan, Herêm Yûsif, Fatîme Ehmed, Elî  Heme Emîn, Rêbend Îbrahîm, Şîrwan Emîr, Îbrahîm Mecîd, Şîrwan Mehmûd, Şiwan Fat Hesêre Koyê, Goran  Osman, Derwêş Emîr, Helkewt Necim, Luqman Mistefa, Nazdar Bekir, Miryem Haşim, Şoxan Ehmed, Saye Şehîd Celal, Kejal Ebdul Qadir, Şacan Hirhî, Şadî Semed, Xende Mam Nadir, Gêlas Germiyanî, Hermên, Xoşî Bane, Telar Ezîz, Teniya Hisên, Sazgar Kerîm, Gêlas Sofî, Derûn Şehîd, Semîre Nadir, Tavge Newzad, Tara Mehmûd, Ruxisar Hisên, Dara Emîn, Şeyma Cemal, Sawên Hewêzî, Nazdar Emîn, Bêxal Hisên, Aşitî Qadir, Soze Mehmûd, Naze Kiwêstan, Awêz S. Ehmed, Aşitî K. Selah, Tajan Ferec, Awaz  Emîr.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar