Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Denîz Kaya: Grevên birçîbûnê didomin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebûye û çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Kaya da zanîn ku hikûmeta AKP’ê hewl dide bi polîtîkayên şerê taybet berxwedana li zindanan vala derxîne

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin dewam dikin. Duh êvarê Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û têkildarî vê hevdîtinê ji aliyê KCK’ê û girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyanî hatin dayîn.

Tecrîd bi dawî nebûye

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtina dawî di şert û mercên tecrîdê de pêk hatiye, hêj tecrîd dewam dike û dê grevên birçîbûnê dewam dikin. Daxuyaniya Denîz Kaya wiha ye;

“Di demeke wiha de em dirûşma ji bo hilweşandina faşîzmê, şikandina tecrîdê û azadiya Kurdistanê berxwedana xwe mezin dikin û heta şert û mercên xebatê û jiyana azad ên Rêberê me pêk werin em ê çalakiyên greva birçîbûnê bidomînin. Di 12’ê çileyê de birayê Rêberê me bi Rêberê me re hevdîtin pêk aniye û em vê hevdîtinê li gorî berxwedana ku me daye destpêkirin têr nabînin û di heman demê de ev hevdîtin nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Wekî girtiyên PKK û PAJK’î yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber ku me ji Rêberê xwe agahî girtiye em kêfxweş in lê divê were zanîn ku AKP-MHP nikarin bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk me bixapînin. Em li gorî bîrdozî û felsefeya Rêberê xwe berxwedana xwe gur dikin û divê neyê jibîrkirin ku em her tim li gorî hînkirinên Rêberê xwe tevdigerin. Biryariya berxwedana grevên birçîbûnê nîşan dide ku em nayên xapandin û em naxapînin.

Polîtîkayên erzan û xapînok

Pergala dîktator a AKP-MHP’ê ji bo berxwedana me bi dawî bike polîtîkayên şerê taybet xistiye meriyetê. Di roja şemiyê de pêkhatina hevdîtinê nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê li hemberî berxwedana ku mezin dibe tengav bûye. AKP-MHP bi vê hevdîtinê ketiye pey hesabên biçûk û ger wisa nebe divê hevdîtina Rêberê me tenê bi hevdîtina malbatê ve sînordar nemîne, hevdîtin bênavber pêk bên, şert û mercên jiyana azad û xebatê pêk bên. Nikarin bi polîtîkayên erzan me bixapînin. Dibe ku duh Rêberê me bi birayê xwe re hevdîtin pêk anîbe, lê ev hevdîtin di şert û mercên tecrîdê de pêk hatiye û hê jî tecrîd dewam dike.

Banga piştgiriya grevên birçîbûnê

Em girtiyên PKK û PAJK’ê diyar dikin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi awayekî bênavber didomînin. Niha 226 hevalên me di greva bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha çalakiyên gerva birçîbûnê yên dorveger jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin. Bi taybetî parlamentera Colemergê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji 8’ê mijdarê heta niha 67 roj in di berxwedanê de ye. Divê faşîzma AKP-MHP’ê baş bizanibe ku em hezkiriyê heqîqetê ne û heqîqeta me ya yekane jî Rêberê me ye. Ji ber vê sedemê bi milyonan mirovên ku li dora heqîqeta me bûne xelek li dijî tecrîdê serî hildane. Em ê bidin zanîn ku hêza we têra tecrîdkirina bi milyonanan mirovan nake. Girêdayî vê yekê em bang li parazvanên demokrasî, nivîskar, akademîsyen û ronakbîran dikin ku li dijî tecrîdê derkevin û wan vedixwînin berxwedanê. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku deng bidin berxwedana ku li zindanan bilind dibe. Dê berxwedana me di xeta serfiraziyê de serkeftinê bi xwe re bîne.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Deniz Kaya” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar