Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yuksekdag: Yên li ber xwe didin teqez dê bi ser kevin

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi  telefonê beşdarî 9’emîn Kongreya HDK’ê bû. Yuksekdag berxwedana Leyla Guven silav kir û da zanîn ku yên ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin teqez dê bi ser kevin. Yuksekdag got ku ew bi ruh û keda xwe li navenda têkoşînê cih digirin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandirayê bi telefonê beşdarî 9’emîn Kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû. Di axaftina xwe de Yuksekdag diyar kir ku ew mîna parêzvanên aştiya demokratîk dê peywira xwe bi cih bînin.

Fîgen Yuksekdag di serî de hemû beşdarên kongreyê silav kirin û wiha axivî: “Ev ji bo min ceribandinek nû ye. Ez hêvî dikim ku kongreya we bi serkeftî derbas bibe û di pêvajoya pêş de serkeftinên mezin bi dest bixe. Mîna parazvanên têkoşîna aştiya demokratîk, em hewl didin peywira xwe bi cih bînin. Em di hûndir de ne û hûn jî li derve ne. Ez bawer dikim ku kesên di vê rêyê de bimeşin, dê bigihin serkeftinê. Kesên di rêya ked û azdiyê de dimeşin, her tim qezenc dikin. Me tu carî rêhevalatiya we ji bîr nekiriye. Em bi ruh û keda xwe, di navenda vê têkoşînê de cih digirin.”

‘Em îro bi moral derkevin pêşberî gelê xwe’

Di berdewamê de jî Yuksekdag daxuyand ku ya girîng ew e ku karibin yekparebûnê biparêzin û wiha pê de çû: “Teqez û teqez em ê bi ser kevin. Yên li ber xwe bidin jî dê qezenc bikin. Bêguman ez xîtabî kongreyê dikim. Di heman demê de ez silavên xwe li jinên duh kongreya xwe pêk anîn jî dikim. Bêguman dengê me gihîşt wan. Em îro ji çapemeniyê fêr bûn, bi serkeftî bûye. Em ê îro bi moral derkevin pêşberî gelê xwe.”

Berxwedana li zindanan

Yuksekdag bi lêv kir ku li ku derê dibin bila bibin, baweriya wan a cewherî, hêza wan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dibêjim ku HDK bawerî û hêza me ya cewherî ye. Rêxistinbûyîna me ya mezin e. Divê em hîn zêdetir vê hêza xwe hembêz bikin. Birêz Leyla Guven ev demeke dirêj e ku di greva birçîbûnê de ye. Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê û ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe dide. Bi pêşengiya jinê tevdigere. Azadîxwazên li zindanan ên ku tu carî nekarî dîl bên girtin, ji bo vekirina vî deriyê azadiyê pêkve tevdigerin. Dikevin rêyeke zor û zehmet. Dawiya vê rêyê dê serkeftin be. Ez bi vê hêvî û baweriyê careke din we hemûyan silav dikim û hezkirinên xwe ji wer dişînim. Ez ji we hemûyan hez dikim.”

Bi dawîbûna axaftina Yuksekdag re beşdarên kongreyê çepik lê dan û dirûşmên; ‘Girtiyên şoreşger rûmeta me ne’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar