PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Xwediyê rêya dûr û dirêj: R’ya Teze

Rojnameya R’ya Teze li gel hemû zor û zehmetiyan bi dehan salan in tê weşandin. Belgefîlma ku li ser rojnameyê û kedkarê bi salan ê rojnameyê mamê Mirazê Cemalê hatiye kişandin, niha li Amedê tê pêşandan

Di 8’ê kanûna beriya niha de bi ser navê ‘Derbarê Tenetî û Avê’ ji bo hunerhezan belgefîlm û pêşangehek ku ji 4 çîrokan pêk dihat, li şanoya Bajar a Amedê hat pêşandan. Li gel ku dema bidawîbûna pêşangehê wek 31’ê kanûnê hatibû diyarkirin jî hê pêşangeh vekiriye û dê pêşandana wê heta 20’ê çileyê bidome.

Pêşangeha destpêkê ji wêneyên Fatma Çelîk ên ermenên ku dema qirkirina ermenan ji navçeya Sason a Êlihê derbasî gundê Apaga yê Ermenistanê bûne, pêk tê. Pêşangeha duyemîn jî ji wêneyên wênekêş Serpîl Polat ku der barê bendavên ku li ser milê çemê Mûnzûrê yê Ava Periyan hatine avakirin kişandiye, pêk tê. Di vê pêşangehê de çîrokên kesên ku gundê wan di bin bendavan de mane û li hemberî bendavan li ber xwe didin, tê vegotin.

Pêşangeha sêyemîn jî ji wêne û dîmenên çîroka mamê Mirazê Cemal ku ji aliyê Aylîn Kizil, Serdar Bayram û Lezgîn Kanî ve hatine kişandin, pêk tê. Di vê pêşangehê de jî çîroka Apê Miraz ê rojnameya R’ya Teze tê vegotin. Pêşangeha çaremîn û dawîn jî ji wêneyên wênekêş Husamettîn Bahçe yên ku têkildarî jiyana li derdora çemê Firatê kişandine, pêk tê.

Mamê Mirazê Cemal

Em dixwazin ji van her çar pêşangehan li ser pêşangeh ango belgefîlma R’ya Teze rawestin û qala rojnameya R’ya Teze bikin. Li salonê beşa ku pêşangeha R’ya Teze hatiye vekirin, ekranek hatiye danîn û dîmenên rojnameya R’ya Teze û ked û xebata mamê Mirazê Cemal a ji bo rojnameyê tê de, tên weşandin. Ji bilî dîmenan her wiha wêneyên cuda yên dema xebata rojnameyê yên mamê Mirazê Cemal jî li derdora ekranê hatine daliqandin.

Mamê Mirazê Cemal kurdekî êzidî ye û li gundê R’ya Teze yê herêma Elegezê ku rojnameyê jî navê xwe ji vî gundî girtiye, ji dayik bûye. Mamê Mirazê Celal ku salên dûr û dirêj nivîs û helbestên wî di rojnameyê de têne weşandin, hema bêje niha bi tena serê xwe rojnameyê çap dike. Mamê Mirazê Cemal diyar dike ku ji bo ku her kes bibêje rojnameya kurdan a sedsalî heye, ew dixwaze R’ya Teze bikeve sedsaliya xwe.

Destpêkê ermenî wê bi rê ve dibin

Em niha jî bala xwe bidine çîroka rojnameya R’ya Teze ku nêzî not salan in tê weşandin;

Kurdên êzidî ku dema Osmaniyan li herêma Serhedê dijîn, ji ber zext û zordariyên olî yên osmaniyan di nav demê de derbasî Ermenistanê dibin û li herêma Elegezê bi cih dibin. Bi demê re êzidî li vê herêmê 11 gundên kurdan ava dikin. Yek ji van gundan jî gundê R’ya Teze ye. Di meha adarê ya sala 1930’yî de kurdên êzidî yên herêma Elegezê bi navê gundê R’ya Teze rojnameya R’ya Teze derdixin û dest bi weşanê dikin.

Destpêkê rojname ji aliyê welatiyên ermen ên bi navê Kevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûtyûn Mkîrtçyan ku zimanê kurdî wek zimanê xwe yê zikmakî dizanin ve tê birêvebirin. Piştî Parîs, Koçar û Mkîrtçyan di sala 1934’an de rêveberiya rojnameyê dewrî Cerdoyê Genco tê kirin. Di sala 1937’an de rojname bi alfebeya kirîlî tê çapkirin û di heman salê de ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekitiya Sovyetan Josef Stalîn ve tê girtin.

Piştî vê girtinê rojname di sala 1955’an de bi edîtoriya Mîroyê Esed (Miro Asadoviç Mstoyan) careke din dest bi weşana xwe dike. Edîtoriya rojnameyê di sala 1989’an de Tîtalê Efo û di sala 1991’an de jî  Emerîkê Serdar dewr girtiye. Piştî Emerîkê Serdar di sala 2006’an de Grîşayê Memê edîtoriya rojnameyê dewr girtiye. Grîşayê Memê li gel nexweşiyeke xwe ya giran jî ji bo jê re nebêjin edîtorê ku rojnameyê girtiye, heta sala mirina xwe ya 2010’an jî edîtoriya rojnameyê kiriye.

 

Rojên zor derbas kirine

Piştî mirina Grîşayê Memê edîtoriya rojnameyê Tîtalê Kerem dewr digire û heta niha jî berpirsyariya rojnameyê di navbera Tîtalê Kerem, Rizganê Cango û Mirazê Cemal de hatiye parvekirin. Tiraja rojnameyê heta 5 hezaran jî derketiye û piştî belavbûna Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan ji ber ku piştgiriya dewletê ya jê re hatiye birîn, rojên zor û zehmet derbas kiriye. Rojname piştî vê yekê bi rêya kopîkirinê weşana xwe domandiye.

Rojnameya ku nêzî 90 salan in dest bi weşanê kiriye, gelek deman bi rojên zor û zehmet re rû bi rû maye û ji ber vê yekê gelek caran ji neçarî navber daye weşana xwe. Rojname li gel van hemû zor û zehmetiyan hê jî weşana xwe didomîne. Sînemeger Aylîn Kizil, Serdar Bayram û Lezgîn Kanî çûne Ermenistanê xwe gihandine rojnameyê û der barê rojnameyê û çîroka mamê Mirazê Cemal a girêdayî rojnameyê belgefîlmeke hêja kişandine.

Taybetmendiyên rojnameya R’ya Teze

*Rojnameya kurdî ya yekemîn e ku bi alafebeya latînî hatiye weşandin.

*Rojname hem bi alfabeya latînî û hem jî bi alfabeya kîrîlî hatiye weşandin.

*Rojnameya kurdî ya herî demdirêj weşanê dike.

*Rojname tu carî bi awayekî rojane nehatiye weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar