Di 11’ê çileyê de li Silêmaniyê girseya ku xwest komkujiya Parisê şermezar bike rastî êrîşa asayîşa Silêmaniyê hatibû û 52 kes hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku 23 kesên di bin çavan de ne derxistin dadgeha Silêmaniyê
Di 11’ê çileyê de endamên RJAK’ê li Parka Azadî xwestin bi boneya salvegera qetilkirina sê jinên kurd; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez çalakî li dar bixin. Lê hêzên asayîşê mudaxele kiribûn û 52 kes hatibûn binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de endamên rêveberiya Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û RJAK jî hene.
Piştî 24 saetan piraniya wan jin û zarok gelek kes hatin berdan, lê 23 kes di bin çavan de mabûn. Kesên ku di bin çavan de bûn û ketibûn gireva birçîbûnê, îro derxistin dadgeha Silêmaniyê. SILÊMANÎ