Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Di malekê de hezar û 108 hilbijêr hatine qeydkirin

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş hîleyên AKP’ê yên ku li bakurê Kurdistanê dike yek bi yek aşkera kir. Beştaş got li Colemêrgê di daîreyekê de hezar û 108 hilbijêr hatine qeydkirin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî nelirêtiyên qeydên hilbijêran ên li bajarên Kurdistanê li avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Tiryakî diyar kir ku ew dixwazin her kesî der barê hilbijartinê de hişyar bikin.

Tiryakî got ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de derket ku li navçeya Hozat a Dêrsimê di sindoqa hêjmar 1016’an de 9 hilbijêr hene lê 85 hilbijêran deng li wir hatine avêtin, li navçeya Elkê ya Şirnexê di sindoqa hêjmar 1025’an de 24 hilbijêr hene lê 162 kesan deng bikar aniye û gelek mînakên bi vî rengî hene. Tiryakî got ku kesekê ku li Amedê tê girtin dişînin girtîgehên Silivrî û bajarên din da ku nekarin dengê xwe bikarbînin. Tiryakî bang li hemû hilbijêran kir ku heta 17’ê çileyê biçin qeydên xwe kontrol bikin û yên şaş sererast bikin.

Diziya AKP’ê teşhîr kir

Her wiha Meral Danış Beştaş jî der barê hîleyên ku di lîsteyên hilbijêrên li bakurê Kurdistanê de agahiyên girîng dan. Beştaş diyar kir ku wan sindoq bi sindoq belge lêkolîn kirine û ev agahî dan: “AKP her tiştî dike. Bi aşkerayî diziyê dikin. Heta niha hilbijartina demokratîk pêk nehat. Li navnîşanekê hezar û 108 hilbijêr qeyd kirin. Em her tiştî dişopînin. Em dê van şaşî û nelirêtiyan teşhîr bikin. Li Kolana Komando ya Êlihê li daîreya hêjmar 366’an 189 hilbijêr, li Çewlikê li deriyê hêjmar 26’ê 224 hilbijêr, li kolana Çevreyolu ya li Bedlisê li navnîşanekê 338 hilbijêr, li navnîşaneka Colemêrgê jî hezar û 108, li Çelê jî li navnîşanekê 627 hilbijêr hatine qeydkirin. Ji ber vê yekê divê her kes biçe qeydên xwe kontrol bike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar