Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

19 jin 30 çîrok

19 hunermend bi 30 berhemên xwe bi rêya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di pêşengeha ‘Ji bo Jin Bijîn’ de hatin gel hev û bi berhemên xwe bal kişandin ser pirsgirêkên civakî û jinan

Bi rêya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) 19 hunermend bi 30 berhemên xwe di pêşangeha ‘Ji bo Jin Bijîn’ hatin cem hev. Pêşangeh li Kadikoyê ya Stenbolê KargART’ê xwe gihand hunerhezan. Kompozîsyona pêşangehê çîrokên jinên ku bi tundî, cînayet, îstîsmara zayendî û çewisandinê re rû bi rû mane, ne.

Hunermend Beyza Boynûdelîk diyar kir ku hema her roj ew di rojname û televîzyonan de nûçeyên der barê cînayetên jinan de dibînin û anî ziman ku divê bûyerên bi vî rengî veneguherin tişteke asayî.

Di berdewamê de Boynûdelîk destnîşan kir ku ger asayîbûn ji holê bê rakirin dê di warê civakî de hin tişt biguherin û got divê herkes gotina xwe bêje. Boynûdelîk diyar kir ku wê resmên xwe li ser asasên jinantiya xwe çêkirine û wiha domand: “Wek jinekê, ez li vê erdnîgariyê çawa dijîm? Ji ku ber bi ku ve diçim? Çi qasî hêzdar im? Li ser van esasan min dest pê kir. Huner ew tişt e ku pirsgirêkeke civakî esas digire û dîsa dide civakê.”

Jina bûye 80 parçe temsîla 80 milyon kesan dike

Di heman mijarê de hunermend Eda Emîrdag anî ziman ku ew jî li gor ezmûn û tecrûbeyên jinbûna xwe tev geriyaye û wiha axivî: “Di berhema min de fîgureke jin a girtî heye. Ev jin bûye 80 parçe. Wekî temsîla 80 milyonî min ew kir 80 perçe. Kesên tên pêşangehê her yekê perçeyekê didim wan. Tişta ez vedibêjim ew e bi yekitiyê dê pirsgirêkên li welat kêm bibin û ev jina dîlgirtî azad bibe. A rast ev karekî alternatîf e. Parçekirina berhema hunerî, tê wateya perçekirina îmaja jinê. Her wiha gelek awayên berxwedanê hene û ez jî bi rêya wêneyan vê nîşan didim.”

Bal kişandiye ser feraseta namûsê

Hunermend Sûzan Aktan ku bi berhema xwe ya ‘Kanli Çarşaf’ (Çarşefa Bixwîn) tev li pêşangehê bûye, ev tişt anî ziman: “Di sibeha ewil a zewacê de nîşanî mezinên malbatê tê kirin. Ev nîşaneya ku jin ‘paqij’ e û berê ew û tu kesî nehatine cem hev. Ji ber van sedeman jin tên kuştin û min jî xwest balê bikişînim ser vê yekê. Min çarşefa bixwîn jî wek metaforekê bi kar anî.”

Pêşangeh dê îro bi dawî bibe. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar