Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Hilbijêr ketin axur û pînan jî!

Dek û dolabên AKP’ê yên hilbijartina herêmî naqedin. Herî dawî li bajaroka Findikli ya girêdayî Basayê derket holê ku li ser axur û pînan jî hilbijêr hatine qeydkirin

Ji roja aşkerakirina dîroka hilbijartinên herêmî her roj nelirêtî, lîstik û hîleyên li dijî pîvanên hilbijartinê derdikevin holê. Bi taybetî ev lîstikên qirêj her roj herî zêde li bajarên bakurê Kurdistanê dertên holê. Hikûmeta AKP’ê bi taybetî li cihê ku nikare şaredariyan bi dest bixe van lîstîkên qirêj dixe meriyetê.

Lîstika qirêj herî dawî li bajaroka Findikli ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê derket holê. Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê li gelek axur û pînan di navbera 10-20 kesan de hilbijêr hatine qeydkirin.

Ev bûyer piştî namzetê AKP’ê lîsteyê radestî Komîsyona Hilbijartinê ya Navçeyê kir û di encama lêkolîna gundiyan de derket holê. Piştî lêkolîna gundiyan derket holê ku li gelek malên vala ku ji aliyê gundiyan ve wek axur û pîn tên bikaranîn, hilbijêr hatine qeydkirin. Piştî derketina vê bûyerê gundî û partiyên siyasî vê rewşê ragihandin Lijneya Hilbijartinbê ya Navçeyê û ji bo betalkirina lîsteya hilbijartinê daxwazname dan lijneyê.

Li aliyê din hat diyarkirin ku gundiyên neçar dimînin ji gund derkevin, dixwazin qeyda xwe ya hilbijartinê bigirin bajarokê lê midûriyeta nifûsê di vê mijarê de dibe asteng û hat ragihandin ku navê hinek welatiyên navnîşana xwe girtine bajarokê, ji lîsteya hilbijartinê hatine jêbirin.

Her wiha derbarê mijarê de welatiyên bajarokê diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê şaredariya xwe ji destê qeyûman bistînin.  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar