Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bakurê Sûriyeyê ‘herêma ewle’ ya dewleta tirk qebûl nake

Bepirsê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew tu carî herêmeke ewle ya di bin serweriya dewleta tirk de qebûl nekin, ji ber xetereya herî mezin a ji bo herêmê dewleta tirk e

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl têkildarî avakirina ‘herêmeke ewle’ ku ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Turmp ve ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat pêşkêşkirin, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku daxuyaniyên dewleta tirk ku dê sponsoriya herêmên ewle ji bo herêmê ne ewle xetereyê bi xwe re bîne û wiha got: “Ji ber ku Erdogan her roj gefên dagirkirinê li herêmê dixwe.”

Xelîl destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, ew ji bo damezirandina pergaleke demokratîk û çareserkirina aloziya Sûriyeyê dixebitin û got ku tu carî parçebûna xaka Sûriyeyê nefikirîne.”

Herêm derbasî pêvajoyeke nû dibe

Di axaftina xwe de Xelîl teqez kir ku xetere ne tenê li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê li ser tevahî Sûriyeyê heye û wiha domand: “Herêm derbasî pêvajoyeke nû dibe, lewre divê her kes ji bo çareseriya Sûrî-Sûrî bixebite. Heger aliyên Sûriyeyê gihîştin  çareseriyê wê demê tu hincetên dewleta tirk û aliyên dîtir di destwerdana Sûriyeyê de namîne.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku avakirina herêma ewle bi sponsoriya navdewletî û sekinandina bi cîdiyet li hemberî gefên Tirkiyeyê dê diyalogan di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêjîma Sûriyeyê de hêsantir bike û wê demê gelê Sûriyeyê bigihêje çareseriyê.

Herêmek ewle ya di bin serweriya dewleta tirk nayê qebûlkirin

Di berdewamê de Xelîl da zanîn ku Erdogan wekî ku êrîşî Efrînê kir nikare êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike, ji ber vê yekê hewl dide bi mijara herêmên ewle ku herêmê dagir bike û teqez kir ku ew tu carî avakirina herêmeke ewle ya di bin serweriya dewleta tirk de qebûl nakin û wiha pê de çû: “Me ji Amerîkayê xwest ku mijara herêma ewle zelal bike, heger Amerîka got wê herêmê bi Tirkiyê were avakirin em vê yekê qebûl nakin, em dikarin herêma ewle bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî qebûl bikin. Tirkiye li ser herêmê xeteriyek e, nabe herêm bikeve bin serweriya Tirkiyeyê.”

‘Şoreş hêz û îradeya me ye’

Her wiha Aldar Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me bi hezaran şehîd dane, divê em parastina xwe ya xweser xurt bikin. Em ne li dijî têkiliyên navdewletî ne lê divê em nas bikin ku şoreş hêz û îradeya me ye, em herêmê bernadin û di rêveberiyê de şirîk in, lihevkirin û helwestin me li gorî berjewendiyên gelê me ye, ne tenê gelê Rojava, tevahî gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar