Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Leyla Xalid ji Leyla Guven re name nivîsand

Endama Buroya Siyasî ya Eniya Gelerî ya Rizgarkirina Filistînê Leyla Xalid nameyek ji hevseroka KCD’ê Leyla Guven re şand û wiha got: “Têkoşîn û sebra li ser birçîbûnê rastî dê bi ser bikeve.”

Çalakvana filistînî Leyla Xalid nameyek ji hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven re şand. Ev 69 roj in ku Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçûbûnê de ye.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di nameyê de ev tişt hatin gotin;

“Ji Leyla Xalid a Filistînê ji bo Leyla Guven a kurd.

Hevala min a hêja Leyla Guven. Hezar silavên germ li te, ey Leylaya di girtîgeha zaliman de.

Girtîgeh nikaribû bibe kelem li pêşiya dengê te ku bigihîje me da ku em bi te bisekinin û zextê li parlamentoyên hemû cîhanê bikin ku ji bo pêkanîna xwestekên te bikevin tevgerê. Ji bo ku hemû girtiyên siyasî û di serî de Têkoşerê Mezin Abdullah Ocalan, serbest werin berdan.

Armanca greva birçîbûnê ya ku têkoşerên di girtîgehên Tirkiyeyê yan jî di yên Îsraîlê de li dijî sîstemên desthilatdar ku dixwazin dengê gelên azadîxwaz, edaletî, civakî û demokratîk, qut bikin didin meşandin.

Ez bi navê xwe û bi navê jinên Filistînê dengê xwe tev li dengê te dikim ku hemû cureyên binpêkirinê li dijî têkoşeran werin sekinandin.

Hevala min a hêja, Leyla

Teqez zilma li girtîgehan zêde dewam nake. Bi têkoşîn û sebra li ser birçîbûnê rastî dê bi ser bikeve.

Greva te ya birçîbûnê her çiqas bi êş e jî, lê şêweyê herî bi rûmet a têkoşînê ye. Gelê te û hemû azadîxwazên cîhanê bersiva vê çalakiya te didin, ez eniya te maç dikim, bi destên te digirim, tê her ji bo jinên cîhanê mînak bî. Bi hêviya azadiyê…

Hevala te ya têkoşînê Leyla Xalid.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar