Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li hîvê tovên pembû aj dan!

Li gorî daxuyaniya Îdareya Fezaya Neteweyî ya Çînê, tovên pembû yê ku amûra Chang’e-4 bi xwe re biribû hîvê aj dane

Cara yekem madeyeke biyolojîk li derveyî cîhanê aj dide. Li gorî daxuyaniya Îdareya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê, tovên pembû yê ku amûra Chang’e-4 bi xwe re biribû hîvê aj daye. Yekem car e ku madeyeke biyolojîk li hîvê mezin dibe û ev yek ji bo rêwîtiya mirovan a fezayê gaveke girîng e.

Amûra bê mirov a Chang’e-4, di 3’yê çileyê de bi awayekî serkeftî gihîştibû herêma Aitkenê ya qutba başûr a hîvê ku bi ‘rûyê tarî’ jî tê binavkirin.

Ev amûra bê mirov tevî amûrên lêkolînkirina avayiya jeolojîk a herêmê, axa ku tê de tovên pembû û qartolan hatibûn çandin, haveyn û hêkên mêşa fêkiyan jî bi xwe re birin.

Dezgeya weşana Partiya Komunîst a Çînê ya bi navê People’s Daily wêneyên tovên ku aj dane li ser hesabê twîtterê  bi peyama ‘Li hîvê encama ceribandina biyolojîk a yekem a mirovahiyê’ parve kir.

Serpêşengê projeyê profesor Şie Gengşin jî di axaftina xwe ya di rojnameya South China Morning Postê de aşkera kir ku ev bûyer dê di pêşerojê de li fezayê ji bo avakirina navendekê ji wan re bibe alîkar.

Heta niha di Îstasyonên Fezayê yên Navneteweyî de nebat dihatin çandin lê heta niha li hîvê qet nebat nehatibû çandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar