Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî re hîleyên AKP’ê yek bi yek tên teşhîrkirin. Li gelek bajar û navçeyan bi hezaran ‘hilbijêrên xeyalî’ hatin tespîtkirin, li gelek daîre, axur, avahiyên vala û hwd. jî navên hilbijêran hatine qeydkirin
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku tê payîn dê di 31’ê adara îsal de bên lidarxistin, demeke kin ma. Bi nêzbûna hilbijartinê re Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) jî qeydên hilbijêran aşkera kir. Lê bi aşkerabûna navnîşana hilbijêran re, dek û dolabên ku hikûmetê kirin jî yek bi yek derdikevin holê. Têkildarî qeydên hilbijêran, partiyên muxalif lêkolînên girîng kirin û encamên balkêş bi dest xistin. Ji hilbijêrên xeyalî heta veguhestina hilbijêran, ji qeydkirina hilbijêran a li avahî û zeviyên vala heta axuran, gelek hîle hatin tespîtkirin.
Bi taybetî jî hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo ku li bakurê Kurdistanê bi ser bikeve, serî li hîleyên cur bi cur dide. Di encama lêkolîna HDP’ê de derket holê ku bi taybetî jî hikûmet bi rêya veguhestina leşker û polîsan a li bakurê Kurdistanê re dixwaze encamê bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de çend roj berê parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama lêkolîna wan de aşkera bû ku li Kolana Komando ya Êlihê li daîreya hêjmar 366’an 189 hilbijêr, li Çewligê li deriyê hêjmar 26’ê 224 hilbijêr, li kolana Çevreyolu ya li Bedlisê li navnîşanekê 338 hilbijêr, li daîreyeka Colemêrgê hezar û 108 û li navçeya Çelê jî li navnîşanekê 627 hilbijêr hatine bicihkirin. Li hêla din jî hejmara leşker û polîsên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê ya hilbijêran derbas kir.
Li axuran hilbijêr hatine qeydkirin
Yek ji mînakên vê sextekariyê ya herî balkêş jî li Şirnexê derket holê. Li gorî vê yekê, li bajaroka Findikli ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê derket holê ku li gelek axur û pînan di navbera 10-20 kesan de hilbijêr hatine qeydkirin. Beştaş dibêje ku li Bêşebap a Şirnexê jî li navnîşanekê 526 hilbijêr hatine qeydkirin û van daneyan parve dike: “Li Sêrtê di navnîşanekê de 528 hilbijêr hatine tespîtkirin. Her wiha li Sêrtê di 24’ê hezîranê de 91 hezar û 20 hilbijêr hebûn lê niha 90 hezar û 938 hilbijêr xuya dikin. Di lêkolîna me de xuya bû ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran jê hatiye birîn û li şûna wan leşkerên ji Kampa Başîkayê û polîs hatine qeydkirin. Hemû kesên li navnîşanên Sêrt û Şirnexê hatine tespîtkirin, ji derveyî bajar in.”
Li Erdîşê hîleya AKP’ê
Di heman demê de li navçeya Erdîş a Wanê jî derket holê ku di avahiyeke vala ku nayê bikaranîn de hilbijêrên sexte hatine qeydkirin. Aşkera bû ku li lojmaneke leşkerî ya vala li Erdîşê, 76 personelên leşkerî yên karibin deng bi kar bînin, hatine qeydkirin.
‘Hilbijêrên xeyalî’
Bêguman ev dek û dolab ne tenê li bakurê Kurdistanê bi sînor e, li gelek deverên din ên Tirkiyeyê jî ‘hilbijêrên xeyalî’ mijara sereke ye. Hema hema rojane ‘hilbijêrên xeyalî’ tên ragihandin û Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) jî dibêje ku lêpirsîna qeydên hilbijêran dê di 17’ê çileyê de bi dawî bibe. Her çiqas partiyên muxalif ji bo dirêjkirina vê demê serî li YSK’ê dabe jî ev daxwaza wan hate redkirin. Ango YSK bi israr e ku AKP bi sedhezaran dengên xeyalî bikeve hilbijartinê.
Li Stenbolê veguhestina dengan
Di vê çarçoveyê de CHP’ê da zanîn ku ji navçeyên Sultanbeylî, Sultangazî, Umraniye, Bagcilar û Pendîkê zêdetirî 899 deng ber bi navçeya Adalarê ve hatine veguhestin. CHP’ê da zanîn ku li Beyogluyê di avahiyeke 4 qat de, hilbijêr ên di qata 5’emîn de hatine tespîtkirin. Her wiha li Ûskudarê jî di avahiyeke vala de hilbijêr hatine qeydkirin, li navçeya Ulukişla ya Nigdeyê jî hezar 700 hilbijêr hatine veguhestin. Piştî ku derket holê ku hejmara hilbijêran ji ya nifûsa navçeyê zêdetir e, di şevekê de tabelaya navçeyê ku nifûs weke 5 hezar 800 dihat nîşandan hat guhertin û tabelaya ku nifûsê weke 7 hezar û 300 hat daliqandin.
Keya bûne parçeyek ji nêlirêtiyê
Parlamenterê CHP’ê yê Edeneyê Burhanettin Bulut jî daxuyand ku ji zeviyan heta bînayên di înşaetê de, ji avahiyên vala heta daîreyan, ji her derekê hilbijêrên sexte derdikevin. Bulut anî ziman ku midûriyetên nifûsê çav li vê nêlirêtiyê digirin û gelek keya jî dibin parçeyek ji vê hîleya hilbijartinê. Parlamenteran got ku keya ji bo ku bên hilbijartin, li gundên ku tenê 100-200 deng hene, bi hezaran hilbijêran lê qeyd dikin. Bi vê yekê re yek ji armancên civînên serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ên bi keyayan re jî baştir tê fêmkirin.
Hilbijêrên bê paşnav
Rojnameya Cumhuriyetê jî der barê mijarê de daneyên CHP’ê yên têkildarî lîsteyên hilbijêran parve kir. Li gorî daneyan, di lîsteyan de ‘kes’ eke bi navê Ayşe ku paşnavê wê nîne û 148 salî xuya dike, her wiha ‘kes’ ekî bi navê Zulfu ku paşnavê wî nîne û 149 salî xuya dike hatine tespîtkrin. Di vê çarçoveyê de 6 hezar û 389 hilbijêrên ku temenê wan di navbera 100 û 165 salî de hatine tespîtkirin.
Dengê navçeyan di ser ji sedî 90 de zêde bûye
Di lêkolîna CHP’ê de tê destnîşankirin ku yek ji navçeyên herî zêde hejmara hilbijêran lê guherî jî navçeya Orta ya Çankiriyê ye. Çend daneyên di rapora CHP’ê de wiha ne: “Navçeya Çankiri ku di 24’ê hezîranê de 8 hezar 379 hilbijêrên wê hebûn, li gorî lîsteya YSK’ê di nava 6 mehan de ev hejmar derket 16 hezar 401 kesan. Ji van hilbijêran 222 kes cara yekemîn dê deng bidin û yên din jî 4 hezar û 440 kes ji Stenbolê û 3 hezar û 177 kes jî ji Enqereyê hatine veguhestin. Her wiha navçeya Çamlidere ya Enqereyê ku di 24’ê hezîranê de 6 hezar 561 hilbijêrên wê hebûn, niha hejmara hilbijêrên wê derket 12 hezar 493 kesan. Li vir jî 5 hezar û 667 hilbijêr ji Enqereyê hatine veguhestin.”
923 hezar û 796 hilbijêr êdî nînin!
Her wiha yek ji daneyên balkêş jî ên li ser hejmara hilbijêrên giştî ye. Li gorî vê yekê, navê 923 hezar 796 hilbijêrên ku di lîsteyên 24’ê hezîranê de hebû, niha di hilbijartinên 31’ê adarê de nînin. YSK’ê da zanîn ku ji van 233 hezar û 937 kesan jiyana xwe ji dest daye, 205 hezar û 630 kes jê leşker in, 43 hezar û 278 kes jî hikumxwar in. Her wiha 375 hezar û 107 kesên ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de di Sîstema Navendî ya Îdareyê ya Nifûsê (Mernîs) de xuya dikirin û di hilbijartina 31’ê adarê de xuya nakin jî, weke ku ev kes winda bûne hatine nîşandan.
Partiyên siyasî nerazî ne
Nûnerên partiyên siyasî dibêjin ku guherînên ku hatine kirin, dê bandoreke mezin li ser encama hilbijartinê bike. Ji ber vê yekê jî bi taybet muxalefet li hemberî dek û dolabên hilbijartinê bi bertek e. Di vê çarçoveyê de Alîkariyê Serokê Koma HDP’ê yê Meclisê Ayhan Bîlgen bi pêşnûmepirsekê xwest ku ‘hilbijêrên xeyalî û veguhestina dengê hilbijêran’ ji hêla meclisa vê jî bê lêkolînkirin.
LeMan’ê hilbijêrên xeyalî xêz kir
Kovara LeManê jî di hejmara xwe ya vê hefteyê de cih ji dek û dolabên ku ji bo hilbijêran hatine kirin re veqetand. Di kovarê de wiha tê gotin: “Ji bajaran ber bi bajaran ve hilbijartin tê veguhestin. Di şevekê de tabelayên bajaran diguherin. Di daîreyan de bi hezaran hilbijêr derdikevin û derket holê ku ji daîreyên neyî jî hilbijêrên xeyalî derdikevin.”
Di heman demê de li ser medyaya civakî jî gelek bertek tên nîşandan.