Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guven rakirina tecrîdê ji her tiştî girîngtir dibîne

Çalakiya ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin di roja 70’emîn de jî tevî rewşa tenduristiya wê bi biryardariyeke mezin didome. Parêzer Cemîla Turhalli û Sabiha Temîzkan têkildarî rewşa Guven axivî û diyar kirin ku êdî wek berê nikare tevbigere û gotin ku Guven rakirina tecrîdê ji her tiştî girîngtir dibîne

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiribû, her diçe belav dibe. Çalakiya Guven di roja 70’emîn de tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asta krîtîk jî berdewam dike. Ji aliyê din ve çalakiya endamê Meclisa HDP’ê ya Hewlerê Nasir Yagiz di roja 57’an de, çalakiya li Strasboûrgê yê Fransayê di roja 31’yan de û çalakiya girtiyan jî di roja 32’emîn de berdewam dike.

Guven di çalakiya xwe bi biryar e û heta niha ji aliyê hikûmetê ve gavek jî nehatiye avêtin. Her çiqas di 12’yê çileyê de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk anî jî lê Guven peyamek şand û diyar kir ku heta tecrîd ranebe dê bi biryar çalakiya xwe dewam bike.

Êdî wek berê nikare tevbigere

Têkildarî rewşa dawîn a Leyla Guven ku ketiye qonaxeke krîtîk, parêzer Cemîla Turhalli Balsak axivî û diyar kir ku êdî Guven êdî wek berê nikare tevbigere.

Balsak anî imzan ku moral û motîvasyona Guven gelek bilind e û got ku yekane daxwaza Guven bidawîkriina tecrîda li ser Ocalan e.

Di axaftina xwe de Balsak ragihand ku duh ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê lê Guven ji ber rewşa xwe ya giran nikaribûye derkeve hevdîtinê û got ku Guven daxwaza xwe ya çalakiyê datîne pêşiya her tiştî û hîn girîngtir dibîne.

Nameyên tên moral û motîvasyona wê zêde dikin 

Her wiha Balsak li ser rewşa tenduristiya Guven ev tişt anî ziman: “Berê ji xwe rojane dixwend lê niha nikare bixwîne. Pirsgirêkên dîtin û konsantrasyonê lê der bûne. Ji ber vê yekê jî mîna berê nikare tevbigere. Nikare sporê bike. Jixwe niha nikare baş bimeşe, lewma nikare derkeve hevdîna me. Axaftin bi xwe gelekî tehdeyê lê dike. Hewl dide nameyên jê re tên bêbersiv nehêle. Ev yek moral û motîvasyona wê zêde dike. Tansiyona wê gelekî dikeve. Doktor an jî personelên tenduristiyê yên girtîgehê tansiyona wê her roj dipîvin. Jixwe Wezareta Edaletê 15 roj in ambûlansek li wir bi cih kiriye.”

‘Em deng bidin dengê wê’

Keça Guven, Sabîha Temîzkan ku bi rêya telefonê bi dayika xwe re axivî, diyar kir ku ji ber rewşa tenduristiya dayika wê ketiye astek krîtîk ew bi fikar in.

Temîzkan anî ziman ku ew birêkûpêk bi dayika xwe re hevdîtinê pêk tîne û wiha domand: “Di du hevdîtiyên dawîn de min wê qet baş nedît. Dema bi min re diaxivî gelek westiyayî bû. Jixwe bi alîkariya hevalên xwe dimeşe. Ji bo ez xemgîn nebim her tim bi hêz xwe dide nîşandan. Lê taqeta wê vê yekê bike jî nîne.”

Her wiha Temîzkan da zanîn ku dayika wê êdî nikare avê jî vexwe û wiha bang kir: “Rewş gelek ceternak e. Ji bo dayika min êdî saet jî girîng in. Ji bo vê bila her kes dengê xwe bilind bike. Dayika min bi awayek dijhiqûqî girtî ye. Ew bi vîna gel hatiye hilbijartin û parlamenterek e. Ji bo aştiyê bi bedena xwe li ber xwe dide. Ji bo her tişt dereng nebe em deng bidin dengê wê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar