Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

14 sendîkayên brîtanî: Em ê li pişt kurdan bin

Sefîrê tirk ê Londonê bi nameyekê sendîkayên ku destekê didin kurdan, gef li wan xwar. Serokên giştî yên 14 sendîkayên brîtanî li dijî gefxwarinê wiha gotin: “Em ê li pişt kurdan bin.”

Sefîrê tirk ê Londona Îngilistanê Umît Yalçin bi nameyekê ji sendîkayên li pişt Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî, name şandibû û xwestibû ku ji kampanyayê vekişin. Yalçin her wiha ferz kiribû ku bernameya sêşemê ya ji bo desteka li kurdan a li Şarederiya Mezin a Londonê were betal kirin. Her wiha sefîrê tirk di nameyê de ji bo bernameyê gotibû hewldaneke ‘provakatîf’ e û xwestibû ku dev ji daxwaza azadiya Ocalan berdin.

Li gel zext û zordariyan jî kampanyaya ‘Ji Ocalan Re Azadî’ ku sendîkayên Kralîyeta Yekbûyî 2016’an li parlamentoyê dabûne destpêkirin didome, li gel helwdana betalkirina bernmeya li Şaredariya Mezin a Londonê jî ya bi çarçoveya kampanyayê gelek nûnerên sendîkayan, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û aktivîst hazir bûn.

Serokên 14 sendîkayan bersiv dan gefên sefîrê tirk

Têkildarî gefxwarinê serokên giştî yên sendîkayan ku nûneriya nêzî 5 milyon karker dikin, nameyeke ji sefîrê tirk re şandin û gotin ku dê desteka xwe ya li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bidomînin û bernameya ku plana wê hatiye danîn wê pêk were. Di nameyê de ev tişt hat gotin: “Em ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û ji êrîşên ser kurdan pir bi fikar in. Em ji xwe re weke prensîbê dibînin heta ku kurd azad bibin, li cem kurdan bin. Em ji tecrûbeyên xwe yên Kralîyeta Yekbûyî û Îrlandayê dizanin şerê çekdarî li ser civaka sivîl bandorke hilweşîner dike. Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ji 2015’an hevdîtinên aştiyê yên bi lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi yek alî qedand û vê hêviya me şikand. Em bawer dikin ji bo ku li Tirkiyeyê aştî bibe, divê dîsa bi lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re û bi nûnerên gelê kurd re hevdîtin çêbibin. Lê heta ku li ser rêzdar Ocalan tecrîd hebe ev yek ne pêkan e. Ji bo vê jî şertê dijmirovî divê demildest werin başkirin û ji ji bo ku li welêt aştî çêbibe em bang li Tirkiyê dikin ku Ocalan were berdan.”

Serokên sendîkayê ku name îmze kirine:

Mîck Whelan – Serokê Giştî yê Associated Society of Locomotive Engineers and Firemen

Dave Ward – Serokê Giştî yê Communications Workers Union

Larry Flanagan – Serokê Giştî yê Educational Institute of Scotland

Matt Wrack – Genel Başkan yê Fire Brigades Union

Doug Nicholls – Serokê Giştî yê General Federation of Trade Unions

Tim Roache – Serokê Giştî yê GMB union

Mary Bousted – Serokê Giştî yê National Education Union

Kevin Courtney – Serokê Giştî yê National Education Unio

Mick Cash – Serokê Giştî yê National Union of Rail, Maritime and Transport Workers

Mike Clancy – Serokê Giştî yê Prospect

Mark Serwotka – Serokê Giştî yê Public and Commercial Services Union

Manuel Cortes – Serokê Giştî yê Transport Salaried Staffs’ Association

Len McCluskey – Serokê Giştî yê Unite the Union

Paddy Lillis – Serokê Giştî yê Union of Shop, Distributive and Allied Workers

Stephen Cavalier – Rêveberê Thompsons Solicitors. LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar