PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Welatiyên Bradostê piştgirî dan grevên birçîbûnê

Welatiyên Bradostê pişgiriya xwe ya ji  bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan anîn ziman. Welatiyan got ku divê saziyên mafên mirovan ji bo daxwazên çalakvanan pêk were, zextê li dewleta tirk bikin

Çalakiyên greva birçîbûnê, yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li seranserê Kurdistan û Ewropayê berdewam dikin. Her ku diçe çalakî berfireh dibin û piştgiriyên ji bo çalakiyê jî zêde dibin. Welatiyên herêma Bradostê piştgirî dan çalakiyên greva birçîbunê.

Welatiyê bi navê Şabaz Ebdulxaliq ji Rojnewsê re axivî, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî çalakiyên greva birçîbunê şermezar kir û wiha got: “Rêxistinên mafên mirovan li hemberî daxwazên çalakvanan bêdeng in, ev cihê şermezariyê ye. Pêwîst e rêxistinên navneteweyî ji bo ku daxwazên çalakvanan pêk were, zextê li dewleta tirk bikin.”

Welatiyek din yê bi navê Behman Ferhad destpêkê balkişand ser tendirustiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven û wiha got: “Rewşa tendirustiya Leyla Guven gelekî krîtîk e. Leyla Guven çalakiya xwe dewam dike û her ku diçe rewşa wî xira dibe. Ji bo vê pêwîste daxwazên Guven bicih bên.”

Îskender Reşîd jî piştigiriya xwe ya ji bo çalakiyên greva birçîbunê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan anî ziman û wiha got: “Ji bo çareser kirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêwîstî bi Rêber Ocalan heye. Pêwîst e ji aliyê kurdan ve di demek zû de kongreya netewî were lidarxisitn. Ji ber ku di rewşa niha de, pêwîstiya kurdan bi kongreya neteweyî heye.”

Îskender balkişand ser helwesta partiyên Başûr û wiha got: “Dijmin derdora her çar parçeyên Kurdistanê girtiye, çi dema ku tevgerek nû li Kurdistanê ava dibe, dijminên kurdan ji bo têkbirinê dest didin destê hev. Di dema berê de û niha jî, em dibînin YNK û PDK li dijî tevgera PKK’ê radiwestin û dixwazin têk bibin. Ez bang li desthilatê dikim da ku daxuyaniyên neteweyî bidin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan zextê li dewleta tirk bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar