Li bajarokê Hîlal ê navçeya Qilabanê, li qereqoleke ku beriya salekê hatibû valakirin navê 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, di lîsteya hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de nelirêtî tespît kirin. Rêxistina HDP’ê derxist holê ku li qereqoleke li bajarokê Hîlal ê navçeya Qilabanê ya Şirnexê ya beriya salekê hatibû valakirin navê 205 kesên biyanî hatine qeydkirin.
Hat diyarkirin ku kesên qeydên wan li bajarên cuda xuya dikin, leşker in. HDP dê îro li ser mijarê serî li desteya hilbijartinê ya bajêr bide. ŞIRNEX