Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê îtîrazî bi hezaran hilbijêrên sexte kir

HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê li dijî bi hezaran hilbijêrên xeyalî îtîrazî YSK’ê kir

Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin hîlebaziya qeydên hilbêjêran jî derketin holê. Ev hîleyên qeydên hilbijartinan didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bicihkirina 119 hilbijêran li avahiyek Qersê, li Îdirê li ser du daîreyan 774 polîs û leşker, li Mûş û navçeyên wê 5 hezar û 279 hilbijêr, li Bedlîsê û navçeyên wê nêzî 2 hezaran hilbijêr hatin qeydkirin û zêde bûne, îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir.

Li gorî lêkolînên HDP’ê li gelek tax û gundên Mûş û navçeyên wê 5 hezar û 279 hilbijêr qeyda wan bi awayekî sexte hatine çêkirin û zêdekirin.

Hevserokê HDP’a Mûşê Ferhat Çaki têkildarî hilbijêrên sexte diyar kir ku heta niha wan li dijî 5 hezar 279 hilbijêr îtîrazî YSK’ê kirin e û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku zextên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li dijî hilbijêrên HDP’ê zêde bûne. Tevî van hemû hîle û sextekariya wan jî em ê wan di sindoqan bifetisînin.”

Li Îdirê jî li gorî lêkolînên rêveberên HDP’ê, 774 polîs û leşker li ser du daîreyan hatine qeydkirin. HDP’iyan got ku ev hilbijêr di hilbijartina 24’ê hezîranê de li deverên din dengê xwe bikar anîne û li dijî van hilbijêran serî li YSK’ê da.

Rêxistina HDP’ê ya Qersê derxist holê ku li navenda Qersê li ser daîreyeke vala 119 hilbijêr hatine qeydkirin û HDP’ê li dijî van qeydan jî îtîrazî YSK’ê kir.

Her wiha yek ji bajarên herî zêde jî hilbijêrên zêde lê hatin qeydkirin Bedlîs û navçeyên wê ne. HDP’a Bedlîsê diyar kir ku li navenda Bedlîs û navçeyên wê nêzî 2 hezar hilbijêrên zêde hatine qeydkirin û li dijî vê yekê serî li YSK’ê dane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar