Serokkomarê Fransayê Emmanuel Marcon ragihand ku leşkerên wan wê sala 2019’an jî li Sûriyeyê bimînin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Marcon bi daxuyaniya li gel hêzên leşkerî da wiha got: “Daxuyaniya dostê me Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê, divê me ji hedefên me yên stratejîk dûr nexîne.”
Macron anî ziman ku ev hedef tunekirina DAIŞ’ê ye û diyar kir ku leşkerên Fransayê dê vê salê jî di nav hêzên koalîsyonê de li Rojhilata Navîn weke leşker bimînin û wiha got: “Bi lez û bez vekişîna hemû hêzan wê şaş be.”
Macron bal kişand ser teqîna li Minbicê pêk hat û ev tişt got: “Ev tê wateya ku hê DAIŞ bi dawî nebûye.” Macron di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û da zanîn ku HSD hevkarê wan e. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Marcon got ku têkoşîn bi dawî nebûye û wiha axivî: “Em hemû dixwazin şerê li dijî DAIŞ’ê temam bibe û bi rastî dixwazin bi ser kevin.” PARÎS