Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Emniyetê xwest ser cînayeta Koç bigire

Omer Koç ê 17 salî di sala 2015’an de li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Çeka ku Koç pê hatiye kuştin, ji hêla emniyetê ve şandin Efrînê û bi vê yekê re jî xwestin ser cînayetê bigirin

Zarokê bi navê Omer Koç ê 17 salî, di 5’ê cotmeha sala 2015’an de li taxa 5 nîsan a navçeya Rezan a Amedê dema ku ji bo temaşekirina maçê ji malê derket, li jêra mala wan ji hêla polîsên ku wesayîta Rangerê de hate kuştin. Di lêkolînan de jî aşkera bûbû ku guleya li Koç ketiye û bûbû sedema mirina wî, ji çeka nêçirê ya bi cureya 12 CAL Mosbergê derketiye.

Dozgeriya Amedê ku lêpirsîn bi rê ve dibir, bi îdiaya polîsan Koç kuştiye di hezîrana sala 2016’an de dosya ji Buroya Sûcan a Karmendan re şand. Dozgerê lêpirsînê di nivîsa xwe ya di sibata sala 2017’an de ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re şand de ji emniyetê xwest ku roja pirsa ‘di dema bûyerê de li cem polîsên di ekîbên dogan 4 û dogan 5’an de peywirdar, tifinga nêçîrê hebûye yan na?’ bê bersivandin. Emniyetê jî di bersiva xwe de diyar kir ku di 17’ê îlona 2015’an de tifinga nêçirê ya 12 CAL Mosberg radestî polîsê bi navê F.K. hatiye kirin. Lê belê hat îdiakirin ku çeka navborî di 1’ê nîsana 2016’an de radestî depoyê hatiye kirin û li gorî lêkolînan ji roja ku hatiye radestkirin nehatiye bikaranîn.

Heman çek li Efrînê jî bikaranîne

Lê belê dozgerê Buroya Sûcên Karmendan, ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê xwest ku tifinga navborî ya li ser F.K. hatiye zîmetkirin, ji laboratuvara krîmînalê ya çekan re bê şandin. Emniyetê di bersiva xwe ya 13’yê nîsanê de diyar kir ji ber tifinga navborî li ser personelekî Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet hatiye zîmetkirin û ev personel tev li operasyona ‘Şaxê Zeytûnê’ ya Efrînê bûye, lêkolîna ji bo wê ne pêkan e.

Rapora otopsiyê jî cînayet piştrast kir

Li ser vê yekê, dozgeriyê bi hinceta ku ‘delîlên têrker nînin’ der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û dosya daxilî nav dosyeyên biryara lêgerîna daîmî kir. Der barê mijarê de serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn ji MA’yê bi Aydin Atay re axivî. Zeytûn diyar kir ku ew daxilî dosyayê bûne û ev agahî dan: “Ji bo ku delîl daxilî dosyayê bibin, me gelek caran daxwazname ji dozgeriyê re şand. Li gorî ewraqên emniyetê, Koç hedef hatiye girtin û ji serê xwe û bedena xwe 4 gule xwarine û jiyana xwe ji dest daye. Di rapora otopsiyê de jî aşkera bû ku Koç, bi armanca kuştinê hedef hatiye girtin.”

Her tişt li gorî daxwaza polîsan amade kirine

Zeytûn herî dawî jî ev tişt destnîşan kir: “Ji roja destpêkê ve, me xwest ku lêkolîna krîmînal a çekê bê kirin, serî li beyanên şahidan bê dayîn û tevî kesên mexdûr û mudaxil kişf bê kirin. Ev daxwazên me heta demekê bêbersiv man. Hemû tişt li gorî beyanên polîsan û girtekan hatine kirin. Dozgeriyê lêpirsîneke çalak nekir û delîla herî girîng (çeka nêçîrê) bêyî bê lêkolînkirin ji bo operasyona Efrînê hatiye şandin. Me li Dadgeha Cezayan a Sulhê îtirazî biryarê kir. Ger bersiveke erênî bê dayîn, dê lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin. Ger bersiv neyînî be jî em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar