Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in

Li Wanê her diçe hejmara hemalan zêde dibe. Kesên baran dikişînin tevî erebokên xwe yên sêtekerî di sir û seqemê de li kuçeyan disekinin da kuvkar bi destê wan bikeve. Kesên vî karî dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar

Li Wanê her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Bi sedan kes jî ji bo debara malbata xwe bikin bi erebokên sêtekerî baran dikişînin. Kesên baran dikişînin tevî erebokên xwe li kuçeyan disekinin û li gorî mesafeyê heq distînin.

Hasan Polat ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û anî ziman ku ji ber kar tune ye ew vî karî dike. Polat ereboka xwe nîşan da û got: “Ez bi vê erebokê debara malbateke ji 5 kesî dikim.”  Polat diyar kir ku ger mesafe nêz be 5 lîreyan distînin, ger dûr be ev yek di navbera 10-15 lîreyan de diguhere. Polat wiha got: “Tu biçî kîjan quncikî erebokeke hemalan heye. Li Wanê kesên kar bi dest wan nakevin hemaliyê dikin. Di bazarê de hejmara erebokên sêtekerî û qamyonetên baran dikişînin zêde ye. Berê hejmara wesayîtên bimotr kêm bû karê me baş bû, lê di demên dawî de ji ber êdî wesayîta her kesî heye kar jî kêm bûye. Roj heye em 10 lîreyan qezenc dikin.”

Polat anî ziman ku 5 sal in ji bo kar ew serî li Îş-Kûrê dide, lê belê dor nayê wî û wiha got: “Wan bûye bajarê mezin lê belê derfetên kar tune ne. Eger derfet hebin wê kes hemaltiyê neke.”

Berhem Akbalik jî anî ziman ku ji ber kar tune ye hemaltiyê dike. Akbalik, da zanîn ku ew her sibeh saet di 8’an de ji malê derdikeve û roj heye qet kar bi dest nakeve. Berhem got: “Wexta êvarê diçim malê zarok dibêjin ‘bavo te ji me re çi anî?’ Ji ber em destvala diçin em li ber dikevin.” Akbalik, destnîşan kir ku carinan 5 lîre jî li ber çavê kesên barê wan tê kişandin tê û got ev kes dibêjin: “Tu dibê qey tu mazotê bi kar tînî?”

Akbalik got: “Lê belê westandina me nahesibînin. Karê me karekî pir zehmet e. Wexta derfetên kar hebin kes hemaltiyê nake.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar