Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Pêkhateyên Helebê: Rizgarkirina Efrînê erka me ye

Pêkhateyên kurd û ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku piştgiriya bi gelê Efrînê re erka wan bû û rizgarkirina wê jî erka wan e. Welatiyan got ku dê Efrînê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin û bi rizgarkirina Efrînê re jî dê tola şehîdan hilînin

Dewleta tirk di 20’ê çileya sala 2018’an de bi tevlêbûna gelek komên çete, ji bo dagirkirina Efrînê êrîş da destpêkirin. Li dijî êrîşa dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, gelê Efrînê jî di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de 58 rojan berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Di wê serdemê de ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî zêdetirî 400 kes derbasî Efrînê bûbûn û 4 rojan li wir mabûn.

Bi boneya salvegera êrîşa li dijî Efrînê, pêkhateyên ji taxê û endamên Malbatên Şehîdan ên tev li qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê bûn, ji ANHA’yê re axivîn. Têkildarî mijarê bavê şehîd Zekeriya Efrîn, Zekeriya Qehûh anî ziman ku kurê wî xwest ku tev li parastina Efrînê bibe û wiha domand: “Me got; madem em hemû ji bo vî welatî bedelan didin û Efrîn jî ji bo doza xwe ya niştimanî parastinê dike, wê demê bila kurê min jî tev li bibe. Ciwanên me yên qehreman 58 rojan li ber xwe dan û  hîn jî didin.”

Amade ye tev li rizgarkirinê bibe

Di berdewamê de jî Qehûh bal kişand ser axaftina di navbera wî û kurê wî de û wiha got: “Di got; ‘bavo ez ezeb im lê hin kes zewicî ne û zarokên wan hene. Ez ji wan neçêtirim û bila li şûna wan ez şehîd bibim ku zarok bê bav nemînin.’ Zekeriya soz da şehîdan. Em jî şopdarên xeta şehîdan in. Efrîn bi xwîna şehîdan hate avdan û em ê ji Erdoganê dagirker û çeteyên wî re nehêlin. Ez amade me çeka kurê xwe rakim û beşdarî rizgarkirina Efrînê bibim.”

Mil bi mil têkoşiyan

Şêniyê bi navê Mirî Şibilî ku ji pêkhateya erebe jî dibêje ku beriya Efrînê, wan hovîtiya dewleta tirk li Şêxmeqsûd dîtibû û wiha pê de çû: “Me li dijî vê hovîtiyê mil bi mil, bi îrade û hêza gelê xwe ya ku xwe dispêre rêgezên neteweya demokratîk me li hemberî hêzên tarî li ber xwe da û em biserketin. Armanca çûna me ya Efrînê jî piştgiriya bi gelê Efrînê re bû. Ji ber ku gelê kurd û ereb yek in. Dîrok dê her tim berxwedana gelê Efrînê ya li dijî hovîtiyê ji nifşên nû re vebêje. Çûna Efrînê erka me bû û rizgarkirina wê jî erka me ye.”

Peyam dan hemû cîhanê

Yek ji 400 welatiyên ku çûne Efrînê jî, Asya Mihemed bû. Mihemed anî ziman ku wan hewl da ku bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin gelê Efrînê. Mihemed bi lêv kir ku piştgiriya wan a bi gelê Efrînê re hîn didome û heta ku Efrîn tê rizgarkirin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Sena Mele Mihemed jî destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa nîşan da û heta ku Efrîn tê rizgarkirin jî dê li ber xwe bidin.

‘Em ê Efrînê rizgar bikin û tola şehîdan hilînin’

Ji welatiyan Ehmed Ebdo jî di serî de Berxwedana Serdemê silav kir û got ku wan bi çûyîna xwe ya Efrînê re peyama ‘Tu kes nikare fitneyê bixe navbera me û YPG/YPJ’ê. Li dijî her êrîşekê berxwedan û hevgirtina me bi hêztir dibe.’ dane hemû cîhanê. Dayika şehîd Mûrad ê ku di 12 sibata 2018’an de li Efrînê şehîd bû, Emîna Diyab jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Kurê min 5 bûn ku zewicî bû û zavayê nû bû. Lê qebûl nekir ku li taxê bimîne û bi şervanên taxê re çû Efrînê. Li wir şehîd bû. Xwîna wî dê vala neçe. Em ê tola wî hilînin û Efrînê rizgar bikin.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar