Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serlêdana malbata Ocalan hate redkirin

Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê, malbatan duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.

Serlêdan ji hêla birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ve bi rêya parêzerên hatibû kirin. Serlêdan careke din ji hêla serdozgeriyê ve hate redkirin. Di heman demê de birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar , Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan. Serlêdana malbatan hate redkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha hevdîtina parêzerên Ocalan a bi muwekîlên wî re tê redkirin. Her wiha ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin û çalakiya Guven di roja 73’emîn de didome. Her wiha li girtîgehan jî zêdetirî 239 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. BÛRSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar