Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê partiyên kurd bikevin xizmeta berjewendiyên gel’

Çavdêrên siyasî yên Başûr da zanîn ku li Kurdistanê şoreşeke mezin heye û divê gelê kurd bi yekitiya neteweyî van destkeftiyên xwe biparêze. Çavdêran got ku di navbera gelê kurd de yekitî heye lê hizbên kurd ji yekitiyê dûr in

Çavdêrê siyasî Elî Mehmûd û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê Seîd Senendecî têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd, ji Rojnews’ê re axivîn. Mehmûd û Senendecî da zanîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd êrîşeke bênavber heye û divê gelê kurd ji bo parastina xwe, yekitiya xwe ava bike. Mehmûd û Senendecî got ku niha li Kurdistanê şoreş heye û ji bo parastina vê şoreşê, pêwîstî bi yekitiyê heye.

Der barê mijarê de Elî Mehmûd diyar kir ku di navbera gelê kurd de her tim yekitî heye lê nakokî tenê di navbera hizbên kurdan de heye. Mehmûd destnîşan kir ku divê hizb û aliyên siyasî di serî de berjewendiyên gel bifikirin û wiha domand: “Gelê kurd li her çar parçeyan her tim alîkariya hev kiriye. Şer ê hizban e. Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li dijî Başûr û Rojava didome. Gelê kurd dixwaze ku hizbên kurd yekgirtî bin û bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

Berjewendiyên gelê Kurdistanê

Mehmûd bi bîr xist ku di sala 1991’an de dema ku kurdên ji başûrê welat ji ber zilma rijîma Sedam koçber bûn, ji hêla gelê kurd ên li Rojhilat û Bakur ve hatin pêşwazîkirin û ev tişt gotin: “Dema li Rojava jî pirsgirêk derketin, gelê Başûr ew pêşwazî kirin. Yekitiya neteweyî girîng e. Bi taybet jî di vê serdemê de. Ger ku hizbên kurd berjewendiyên xwe bidin aliyekî, bikevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê, wê demê yekitiya neteweyî dê pêk bê.”

Destkeftiyên gelê kurd

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê Seîd Senendecî jî daxuyand ku li Kurdistanê şoreşeke mezin pêk tê û ev nirxandin kir: “Gelê kurd bi hewl û têkoşîna xwe ya mezin gelek destkeftî bidestxistin. Lewma neyarên demokrasiyê û gelê kurd ên sereke, dewleta tirk û Îranê bi hemû awayî li dijî vê şoreş û têkoşînê disekinin. Hewl didin van destkeftiyan têk bibin.”

‘Tecrîd yek ji armancên dagirkeran e’

Senendecî piştre bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yek ji armancên sereke yên dagirkerên Kurdistanê jî tecrîdkirina Ocalan e. Ji bo pêşîlêgirtina li hemû cureyên dagirkeriyê, divê em wek çalakvanên gelê kurd hewl bidin peymanekî neteweyî ya giştî saz bikin. Divê hemû hizb, rêxistin û kesayetên kurdistanî, parastina welat weke erka xwe ya sereke bibînin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar