Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Efrînê heta Leyla Guven berxwedan dewam e

Salek bi ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Efrîna biçûk bi erdnîgariya xwe, bi keskahiya xwe ya ku bi dirêjahiya salê her xwe diparêze, ew dîroka wê di kûrahiya dîrokê de veşartî ye. Rojek ji rojan bûye paytexta Hûriyan, ev careke din ji aliyê Osmaniyên çavsor ên ku çavên wan têr nabin hat dagirkirin.

Xwediyên wê hatine penaberkirin û gelek êş û azar dîtin. Tenê ji ber ku kurd bûn û li dijî tundiyên rejîmên şovenîst û serdestiyê dixwestin xwe bidin jiyîn. Bi dehhezaran penaberan ji ber şer xwe spartibûn Efrînê. Ev bajar li dijî rejîmên desthilatdar, çavsor û çavkor dixwest bi rengên xwe yên cuda yên ji her nijadî pêk dihat li ser xwezaya xwe hembêz bike. Dixwest ku bi rengên xwezaya xwe xweşik bike û avên wê yên diherikin li ser muzîka Cemîl Horo û Bavê Salih û Destana Derwêşê Evdî.

Xwestin dagir bikin û tune bikin, da ku nekaribe azad bijî. Efrîn beriya zayînê ji aliyê yewnanan ve hatibû dagirkirin. Piştî wê rûman dagir kir û niha jî li ser destên Osmaniyên nû û çeteyên wê, ji artêşên wan ên dewşirme yên ku ji aliyê Erdogan ve hatibûn avakirin tê dagirkirin. Ew çete wekî çeteyên ku Sultan Ebdulhemît ji bo xwe wan bi kar dianîn niha jî Erdogan ji bo desthilatdariya xwe wan bi kar tîne, da ku karibe li ser gelên ji bo rûmeta xwe têdikoşin komkujiyan pêk bîne. Gelê vî bajarî yên ku li beramberî dagirkerên yewnan û rûman li ber xwe dan, roja îro jî li hemberî çeteyên Erdogan li ber xwe didin. Ew çeteyên ku qaşo li dijî rejîmê çek rakirin, bi bermanên “xelîfeyên” xwe xirabiya herî mezin li ser vê erdnîgariyê dikin. Hemû kesên dagirker çûn lê gelê Efrînê ma. Dê rojek ji rojan Erdogan û çeteyên wî jî biçin û dê Efrîn ji gel û xwediyên wê re bimîne.

Efrîn bi qare qara mirîdên sultan Erdogan bi banga fethê hat dagirkirin. Çawa ku Sedam li başûrê Kurdistanê bi sureya Enfal qirkirinek li ser kurdan pêk anî îro jî Erdogan heman tişt pêk anî. Dîrok bi rastî ji bo kesên bi aqil dibistaneke sûdwergirtinê ye. Lê belê ehmeqtî her tim tehekumê bi aqilên kesên çavên wan her tim li desthilatiyê ye.

Sedam çû lê Kurdistan ma û dê Erdogan jî biçe û dê Efrîn azad bibe. Efrîn qurbaniya siyaseta bêexlaq a rejîmên ku ji bo berjewendiyên xwe dimeşin. Çi di asta nevneteweyî û çi di asta herêmê de. Lê belê dema ku siyaset exlaqê xwe winda bike tiştek li ser navê exlaq û demokrasiyê namîne. Di rewşên wiha de rejîm dibin rejîmên şowenîst û civak jî dibin civakên yeksan ên bêberhem, ji dûrî mirovahiyê û mirov jî dê bibin mirovên wehş ên birahên xwe yên mirov.

Rûsyayê hewl da Efrînê bazar bike û xaza xwe ya xwezayî ya Akima Şîn di ser Tirkiyeyê de sererast bike û bişîne Ewropayê. Bi vê yekê jî rûmeta mirovahiyê binpê kir. Dîsa hîn hêzên navneteweyî di bin navê mafên mirovan de rolek lîstin. Ev rol jî ya sê meymûnên ku nabihîze, nabîne û naaxive lîst. Di ser de jî bi gotinên xwe yên ku “Em fikar û metirsiyên Tirkiyeyê fêm dikin” piştgirî dan dagirkeran.

Dem dema bêexlaqiyê ye ku rejîmên desthilatdar li Rojhilata Navîn ji xwe re kirine bingehek da ku karibin qadên serweriyê ji xwe re peyda û ava bikin. Ev desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe rewşa kaotîk ava kirine. Ne Rûsya neviyên Sovyetan, ne Amerîkaya li ser bingeh û rêgezên Wilson û ne jî piraniya dewletên ereb ên ku dibêjin em misilman in ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bê sekinandin hewl dan. Qareqara wê bû lê tu kesî destên xwe dirêjî Efrînê nekir û tenê temaşe kirin.

Ji ber wê Efrîna min qet hewce nake ku tu qîr bike. Dê tu kes dengê te nebihîze. Ji ber ku guhên wan ji tozên qereyan xitimîne û dê tu kes te nebîne ji ber ku çavanên wan kor bûne bi korbûna desthilatiyê. Tenê û tenê gelê te yê ku ji ava te vexwariye dê te biparêze ji wehşên hemdem. Tenê gelê te yên neviyên Îbrahîm, Kawa û şagirtên Ocalan dikarin te biparêzin û şer bikin li dijî çeteyên ku ji her deverên cîhanê hatine. Gelê te ew DAIŞ’a ku tevahiya cîhanê tirsandibû têk bir. Ev gel dê te rizgar bike û dê toza dagirkeriyê ji ser te rake. Keç û kurên te yên kurd, ereb asûr û sûryan ên ku li dijî DAIŞ’ê destanên qehremaniyê nivîsandin dê li dijî Erdogan û çeteyên wî jî rawestin û dê dawî li vê dagirkeriyê bînin. Dê ala bi hevrejiyanê ya rizgariyê li asîmanên te bilind bikin.

Li aliyekî din jî divê em baş bizanibin ku Efrîn ne bi tenê ye. Çawa ku sala borî Barîn û Avesta Xabûr ji bo Efrînê canê xwe feda kirin û şehîd ketin di roja îro de jî ji bo azadiya gelê kurd li her deverê Leyla Guven jî niha serî rakiriye li hemberî siltanên Erdogan. Erşê wê digihîjîne ji der û hindur. Bi vî regî ew berxwedana ku Arîn li Kobanê dendika wê çand, li Efrînê jî dara wê geş bû bi Barîn û Avesta niha jî bi berxwedana Leyla, bi berxwedana zindanan û bi berxwedana hemû têkoşerên azadîxwaz ala berxwedanê bilind bûye û di destpêka sala 2019’an de zelaltir bûye Efrîn êdî ne bi tenê ye, gelê kurd jî ne bi tenê ye. Ji ber ku berxwedana Leyla Guven dest pê kiriye, pêşengiya wê dike û girtiyên zindanê ku li ser şopa wê meşiyan û bi hev re li dijî faşîzma Erdogan têdikoşin. Di roja îro de ji aliyê gelan çi kurd, ereb, sûryan û asûr, çi li Rojhilata Navîn, Ewropa û hemû cîhanê cihê xwe digire. Dibe qîreke azadiyê li tevahiya cîhanê li hemberî Erdogan.

Nûçeyên Têkildar