Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YPG: Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê têkoşînê mezintir bikin

YPG’ê der barê salvegera êrîşên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de YPG’ê diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, dê têkoşîna xwe mezintir bikin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de YPG’ê diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê hem ew û hem jî gel di nav têkoşîneke mezin de ye.

Di daxuyaniyê de fermandariyê destnîşan kir ku ew tevî gelê xwe, ji bo rizgarkirina Efrînê di nava têkoşîneke mezin de ne. YPG’ê got ku dê li dijî dagirkeriyê bêhtir têbikoşin û nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. YPG’ê diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, pêşketina şoreşgerî ku bi têkoşîna gelan derketiye holê, yekbûneke mezin li derdora azadiyê ava kiriye. YPG’ê têkoşîna wan a li hemberî hemû cureyên dagirkeriyê, rûdaneke şoreşgerî derxist holê.

Êrîşên li dijî Efrînê

YPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk a ku hemû hêza xwe ji bo rewakirina dagirkeriya xwe bikartîne, ji bo astengkirina geşedanên li Rojava û rûxandina pêşketinên demokratîk, planên êrîşê xistiye meriyetê. YPG’ê êrîşên di 20’ê çileya sala 2018’an ên li dijî Efrînê bi bîr xistin û wiha domand: “Li dijî van êrîşan, yekîneyên me yên YPG û YPJ’ê û gelê me, du mehan berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Li dijî êrîşên ku bi hêzeke bejahî ya bê serûber, her cure çekên giran, êrîşên hewayî û teknolojiya şer a herî pêşketî, ji 7 salî heta 70’ê salî  gelê me li ber xwe da.”

‘Hemû cureyên binpêkirinan pêk tên’

Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Ji bo parastina sivîlan, hêzên me di 18’ê adarê de vekişiyan û bi vê yekê re artêşa tirk a dagirker û terorîstên wê li navçe û navenda Efrînê bi cih bûn. Niha hemû cureyên binpêkirinên mafên mirovan tên kirin, paqijiya etnîkî tê kirin û bi awayekî sîstematîk dewlemendiyên wê tên talankirin. Em ê li hemberî tu hewldana dagirkeriyê û faşîzan a tu hêzan bêdeng nemînin. Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê, di nava têkoşînek mezin de bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar