PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Di teqînên Efrînê de herî kêm 10 çete hatin kuştin

Li Efrînê di saetên sibehê de teqînên bihêz çêbûn. Çavakaniyên herêmî aşkera kirin ku herî kêm 10 çeteyên girêdayî dewleta tirk hatine kuştin û 18 çete jî birîndar bûne

Di saetên sibehê de li navenda bajarê Efrînê li nêzî avahiya qaymeqamiya berê ya Efrînê ku çeteyan ew avahî ji xwe re wekî baregeh bi kar dianî, teqînek bihêz pêk hat. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine ragihandin zêdetirî 10 çeteyên girêdayî dewleta tirk hatine kuştin û 18 çete jî birîndar bûne.

Di teqîna duyem a ku li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar çêbûyî de jî jimara çeteyên hatin kuştin nehat zanîn. Li gorî çavkaniyên ji nav bajarê Efrînê ragihandin hejmara miriyên vê teqînê hîn zêdetir in.

Di rojên dawî de Hêzên Rizgarkirina Efrînê li hemberî leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîn û gundên derdorê çalakiyên xwe zêde kirine. Balkêş e ev teqînên li navenda Efrînê jî di yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê de pêk hatin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar