Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê aşkera kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên Qendîl û Zapê bombebaran kirine. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “19’ê çileyê saet di navbera 18:00-19:00’an de, balafirên şer ên artêşa tirk bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntarê Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê tu zirar negihîşt hêzên me.” BEHDÎNAN